Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MSD’ê ji Guterres û Pederson re name şand

MSD’ê ji sekreterê giştî yê NY’yê Antonîo Guterres û ji nûnerê taybet ê NY’yê yê li Sûriyeyê Geîr Pederson re nameyek şand. Di nameyê de MSD’ê destnîşan kir ku tevî bedelên giran jî rêveberiya xweser ji komîteyê hatiye dûrxistin û ev yek nayê qebûlkirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî dûrxistina nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê, ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres û nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Gerr Pederson re nameyek şand.

Nameya MSD’ê ya ji Guterres û Pederson re hatiye şandin wiha ye:

“Peyameke vekirî ji sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî birêz Antonîo Guterres û nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê birêz Gerr Pederson re;

Tevî hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî yên bi armanca derbaskirina astengiyan û vekirina rêyên çareseriyê, lê aloziya Sûriyeyê di sala xwe ya 9’emîn de berdewam dike. Herî dawî komîteyeke Makeqanûnê ji 3 aliyan ve hate avakirin. Lê nûnerên rêveberiya xweser jê dûr xistine. Wekî tê zanîn herêm a tekane ye ku li hemberî rêxistinên faşîst ên weke DAIŞ û El Nusra û aliyên girêdayî wan sekinî û modêla guhertinê ya ku Sûriyeyê hewcedariya wê ye pêşkêş kir û ev model xurt kir, di heman demê de ewlehî û aştiya navxweyî pêk anî. Her wiha bi hezar şehîdên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re DAIŞ a ku li ser cîhanê nexweşiyek bû di aliyê meydanî de tune kir, bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re serkeftin ji mirovahî û tevahî civakên demokratîk re anî.

Tê zanîn ku têkoşîn di heman asta xwe de heta zûhakirina kaniyên tundiyê û rakirina kokên îdeolojiya wê û şaneyên wê yên veşartî didome. Di heman demê de banga xwe ya ji bo yekitiya Sûriyeyê û gelê wê didomîne. Wekî encamên vê têkoşînê niha herêmeke ewle û aram heye ku rêzê ji qanûnên navdewletî re digre û destwerdanê di karûbarên welatên derdorê de nake. Li herêmê rêveberiyeke sivîl a hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye ku xizmetê pêşkêşî zêdeyî 5 milyon welatiyên Sûriyeyê li firehiyekê ne kêm ji sedî 30 ji xaka Sûriyeyê dike. Ji bilî vê bi sedhezaran sûriyeyiyên ku ji herêmên şerê û tundî koçber bûne hembêz dike û di qada geşkirinê de gavên girîng diavêje. Li kêleka vê yekê ji rêveberiya xweser derdora 70 hezar çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan ên ji nasnameyên ne ji Sûriyeyê dihewîne, ev hejmar li ser pişta rêveberiya xweser barekî giran e û ewlehiya herêmê û cîhanî dixe xeteriyê.

Li gel van hemûyan, çareseriya siyasî û mekanîzmeya wê tên nîqaşkirin; çareseriya ku em pê re û piştgiriya wê dikin. Em avakirina Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê û dûrxistina tevahî nûnerên bakur û rojhilatê Sûriyeyê wekî surprîzekê dihesibînin. Dûrxistina nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirineke der heqê me de ye. Ev dûrxistin tê wateya dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîd ên ku di oxira ewlehî û aramiya Sûriyeyê, herêmê û cîhanê de canê xwe feda kirine ye. Em dikarin vê yekê wekî nêzîkatiyeke ne adilane bi nav bikin. Em dibînin ku hin nav hene, tu bandora wan ji bo aloziya Sûriyeyê tune ye, lewma pêkhateyên herêmê ereb, kurd, suryan, asûr, ermen, çerkez, tirkmen û hwd. vê nêzîkatiye ne dadmend napejirînin. Ev dide xuyakirin ku tu niyetên baş ên ji bo aramî, aştî û yekitiya Sûriyeyê û gelê wê, tune ye.

Der barê hin navên ku tê gotin nûneriya herêmên me dikin, bi rastî ev nav ji aliyên welatiyên herêmê ve nayên naskirin, tu berpirsyariyên wan jî tune ne, ne jî hêza wan heye ku encamên komîteyên pêk bînin.

Birêz Guterres û Pederson;

Hêviya me ew bû ku birêz Pederson şêwira hemû hêzên û aliyên Sûriyeyê re kiriba û bi wan re biciviyaba û di vê çarçoveyê de lihevkirineke pêk anîba. Lê tevî vê yekê em hîna bi rola Neteweyên Yekbûyî û birêz Pederson bawer in ku dê karibin van nêzikatiyan di ber çavan re derbas bike û wekheviyê pêk bîne, her wiha piştgiriya rola bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike û ji bo xizmeta Sûriyeyê û hêviyên gelê wê yên di ewlehî, aştî û guhertina demokratîk bixebite.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar