Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êzidiyên Rojava rêwingên Laleşa pîroz in

Şandeyeke ji êzidiyên rojavayê Kurdistanê ji bo ku tev li merasîma Cejna Cemayê bibin, derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Şandeyê berê xwe da Laleşê

Her sal di meha cotmehê de bi hezaran şêniyên êzidî yên ji tevahiya herêm, dewlet û 4 parçeyên Kurdistanê ji bo ku tev li merasîma Cejna Cemayê bibin û bibin hecî, berê xwe didin Laleşê ya li Şengalê. Merasîm di 6’ê cotmehê de pêk tê û heta 13’ê cotmehê jî didome.

Di merasîmê de gelek cureyên xwarinên taybet tên çêkirin. Li rexê jî hin pîrozbahiyên olî tên lidarxistin. Welatî piştre jî diçin serdana Kaniya Spî. Her wiha ji hêla oldarên êzidî ve qewlên olî tên xwendin. Di vê çarçoveyê de 45 êzidiyên ji herêmên Efrîn û Cizîrê di Deriyê Sînor ê Sêmalkayê re derbasî başûrê Kurdistanê bûn. Welatiyan berê xwe dan Laleşê ku li bakurê Eyn Sefnê yê li Şêxana ku 40 km’yan dûrî Dihokê ye. Buroya Karên Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînakirina bi Mala Êzidiyan bergiriyên derbasbûnê pêk anîn.

Der barê mijarê de ji welatiyan Nesîm Şemo anî ziman ku Baba Çawîş jî berpirsiyariyeke olî yê civaka êzidiyane dê li Başûr wan pêşwazî bike û piştre jî biçin Laleşê.

Di sala 2018’an de ji ber hêzên rejîmê û dewleta tirk rêyên Efrînê girtibûn, nekarîn biçin Laleşê û ji Heca Laleşê mehrûm mabûn. Ji ber vê yekê jî pîrozbahiya Cejna Cemayê li kampa Serdemê li dar xistibûn. Asayîşa PDK’ê jî li Şêxanê koma kanala Çira TV’yê asteng kir û nehişt ku merasîma li Laleşê bişopîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar