Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Bloka AKP-MHP’ê êdî rewa nîne’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli got, “Ev qad qada geşkirina berxwedanê ye. Ji ber vê yekê êdî bloka AKP-MHP’ê rewa nîne.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku 49 roj in li dijî desteserkirina şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber xwe dide, qala wateya berxwedana xwe kir û çavdêriyên xwe yên ji hevdîtinên li Tirkiye û Ewropayê par vekir.

Mizrakli anî ziman ku li dijî çalakiyên protestoyî ji roja destpêkê ve polîsan dest bi êrîşê kirin. Mizrakli diyar kir ku wan jî li pêşberî van êrîşan tu carî ji sekna xwe tawîz nedane û wiha domand: “Jin, ciwan, extiyar û zarok her kesên beşdarî vê berxwedanê bûne, xwedî helwesteke bi biryar in.”

‘Ev qad, qada nirxên demokrasiyê ye’

Di berdewamê de jî Mizrakli bi lêv kir ku ew li qada berxwedanê her roj peyamên xwe radigihînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê, partiyên siyasî, beşên cuda yên civakê, hunermend û rewşenbîran beşdariyeke xurt ji bo çalakiyê çêbû. Ji ber vê yekê ez vê deverê weke qada geşkirina berxwedanê dibînim. Ev dever li dijî rejîma şexsekî û rejîma zordariyê, weke qada nirxên demokrasiyê û hiqûqê, azadiya mafên mirovan û sekna bi biryar a li dijî darbeya siyasî ye. Ev dever hêzê dide metropolên rojavayê Tirkiyeyê. Di heman demê de peyama ‘Dikarin hin biryaran werbigirin, lê biryarên wan wê li îradeya civakê bikevin û vegerin’ ji kesên li Tirkiyeyê re radigihîne. Ji ber vê yekê bloka AKP-MHP’ê êdî nerewa ye.”

‘Piştgiriya ji bo AKP-MHP’ê daketiyê binê ji sedî 40’an’

Herî dawî jî Mizrakli ev tişt destnîşan kir: “Piştgiriya civakî ya ji bo AKP-MHP’ê daketiye binê rêjeya ji 40’an. Bi dîtina min a ku divê pêvajoyê bi xurtî bibîne û ava bike mûxalefeta siyasî û civakî ye. Ger karibe gavên xurt biavêje dê texrîbata li civakê tê kirin kêm bike.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar