Girtiyê nexweş Kadrî Sancar bi rêya telefonê ji malbata xwe re got ku ji ber diranên xwe êşeke mezin dikişîne û nayê dermankirin. Birayê Sancar jî destnîşan kir ku birayê wî ji ber êşên xwe întîharê difikire û bang li rayedaran kir ku di zûtirin demde birayê wî derman bikin
Girtiyê bi navê Kadrî Sancar (21) li Girtîgeha Şakranê tê girtin û nexweşê Hepatît B (Zerik) ye. Sancar bi rêya telefonê têkildarî rewşa xwe agahî dan malbata xwe. Sancar di telefonê de ji birayê xwe Îslam Sancar re got ku ji ber êş û jana diranên xwe û ji ber ku nayê dermankirin, rojên zehmet dijî.
Sancar got ku ger birayê wî neyê dermankirin difikire ku întîhar bike û wiha domand: “Birayê min di sala 2015’an de hêj 17 salî bû ku li Kerboranê hate girtin. Demekî li girtigeha Midyatê ma û piştre jî şandin Şakranê. Em ji jiyana birayê min bifikarin. Em ditirsin ku ji ber êşa diranên xwe dawî li jiyana xwe bîne. Ji ber Kadrî xew bi çavên dayika min nakeve.”
Dayika Sancar bang kir
Dayika Sancar, Vetha Sancar jî bang li rayedaran kir ku kurê wî derman bikin. Dayika Vetha got ku ger tiştek bi serê kurê wê bê dê nekare vê rewşê rabike û bang li hemû derdorên xwedî wijdan kir ku bikevin nava liv û tevgerê. STENBOL