Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Riha û Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin

Li Pirsûs û Colemêrgê polîsan di danê sibehê de bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de li Pirsûsê endamê Meclisa Şaredariya HDP’ê Ahmet Orçîn û li Colemêrgê jî ciwanê bi navê Abdullah Kaya hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd bênavber berdewam e. Di vê çarçoveyê de polîsan li Riha û Colemêrgê bi ser malan de girt.

Polîsan di danê sibehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser mala endamê Meclisa Şaredariya Pirsûsê Ahmet Orçîn de girt û Orçîn binçav kir. Sedema binçavkirina Orçîn nehat zanîn. Polîsan Orçîn bire Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

Li Colemêrgê kesek hate binçavkirin

Her wiha di danê sibehê de li navenda Colemêrgê jî polîsan bi ser mala Şukru Kaya de girt. Polîsan li malê lêgerîn kir û kurê Kaya, Abdullah Kaya (19) binçav kir. Hat zanîn ku Kaya bi hinceta ‘Alîkarî daye rêxistinê’ hatiye binçavkirin. Polîsan Kaya birin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.

Berê çekan dan sînga bav Kaya

Têkildarî mijarê bav Şukru Kaya axivî û wiha got: “Piştî nimêja sibehê ji ber qelebalixê şiyar bûm. Min fêm kir ku polîs in û ji bo deriyê me neşikînin min li tavilê got ez derî vedikim. Lê ne sekinîn û derî şikandin ketin malê. Piştî ketin hundir berê çekên xwe dan sînga min û dorpêç kirin. Bêser û ber kurê min kelemçe kirin û nehiştin cilê xwe jî li xwe bike. Mala me serûbin kirin. Beriya niha jî gelek caran bi ser mala me de girtin. Ji ber operasyonê hevjîna min dikeve depresyonê. Çima vê zilmê li me rewa dibînin? Yên çêra ji Îsraîlê re dibêjin ji wan xirabtir dikin.” RIHA-COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar