Balafirên şer ên artêşa tirk dema ku welatiyên gundê Hîzankê yê Akrê li nava zeviyên xwe birinc di çand, herêm bombebaran kir
Balafirên şer ên artêşa tirk îro di danê sibehê de gundê Hîzankê ya Nihêla ku dikeve ser navçeya Akrê bombebaran kir.
Dema welatî li herêmê di nava zeviyên xwe de birinc diçand, herêm zêdetirî 6 caran ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hate bombebarankirin. Hêjayî gotinê ye ku di nava 3 rojan de ev bû zêdetirî 11 car ku balafirên şer ên artêşa tirk vê herêmê bombebaran dikin.
Ji ber bombebarana artêşa tirk ziyaneke mezin bi bax û dehlê gundiyan bû. AKRÊ