Li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê de qezaya trafîkê çêbû. Di encama qezayê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya di navbera gundê Aliya yê navçeya Til Temirê û Hesekê de, wesayîteke bi cureya Van û wesayîteka bi cureya enter a mezin li hev ketin. Di encama qezayê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku ji van welatiyan 3 kes jê ji malbateke ji Efrînê û 2 welatî jî ji Kobanê ne.
Navên welatiyên efrînî yên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: “Seydo Ehmed Elî (28) ê ji Racoyê, hevjîna wî Mecîda Ebdo (20) a ji Şiyê û keça wan Eyan Ehmed Elî.”
Cenazeyên welatiyan rakirin Nexweşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê. HESEKÊ