Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

KNK’ê ji bo Rojava banga seferberiyê kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk dijminê kurdan e û ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd her tiştê ku ji destê wê tê dike. KNK’ê diyar kir ku bi vekişîna hêzên koalîsyonê re rê li ber dagirkeriyê hatiye vekirin. KNK’ê bang li temamiya gelê kurd kir ku ji bo parastina Rojava bi ruhê seferberiyê tevbigerin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî ya ji sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê û gefa dewleta tirk a ji bo êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta tirk ev demeke dirêje ji bo êrîşeke berfireh a li dijî rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê dike. KNK’ê destnîşan kir ku bi vekişîna hêzên koalîsyona navneteweyî re jî dibe ku di demeke kurt de dewleta tirk dest bi êrîşê bike.

‘DAIŞ û El Nusrayê nekarî û niha jî xwe diceribîne’

KNK’ê da zanîn ku heta niha ji herêmê tu êrîş li dijî dewleta tirk pêk nehatine û wiha dom kir: “Rêveberiya bakur û rojhilatê Suriyeyê heta niha tu gef li dewleta tirk nexwarine. Tevî vê rewşê jî dewleta tirk her tim dijminatiya gelên herêmê dike. Her tim hemû hêzên li dijî gelê kurd ên weke DAIŞ, El Nusra û hwd. destek kirin û şandin ser Rojava. Dema ew hêz biserneketîn, ew bi xwe kete nava tevgerê û û êrîş kir. Êrîşa niha ku di rojevê de ye, weke êrîşa li ser Kobanê, Cerablus û Efrînê ye.”

‘Dewleta tirk dijminê gelê kurd e’

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku dewleta tirk li dijî hemû destketiyên kurdan e û daxuyanî wiha domand: “Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, dewleta tirk dixwaze deskeftiyên gelê kurd ji holê rake. Weke din hemû gotin hincetin. Ne ewlekariya dewleta tirk ketiye talûkeyê û ne jî vegerandina koçberan xema dewleta tirk de ye. Ev hemû jî propagandayên derew û bê binî ne û avakirina hincetan e. Rastî ew e ku dewleta tirk dijminê gelê kurd e û êrîşî kurd û hevkarên wan dike.”

‘Rojava di bin êrîşeke mezin de ye’

Daxuyaniya KNK’ê wiha dom kir:

“Niha rojavayê Kurdistanê di bin êrîşeke mezin de ye. Hêzên Rojava weke bexwedana Koban û Efrînê dê li berxwe bidin. Divê her kurd û kurdistanî li ku dibe bila bibe, bi ruhê seferberiyê, bi çalakî û hemî derfetên xwe li hemberî dewleta tirk bibin yek, li berxwe bidin û xwedî li rojavayê Kurdistanê derkevin. Îro roj roja berxwedanê ye. Ji berxwedanê pêvetir rêyeke din nîne. Banga me di sêrî de ji ciwanan û hemû gelên Kurdistanê re ye; em dibêjin dem dema seferberiyê ye, li her cih û deverî rabin serxwe.

Banga ji bo raya giştî

Her wiha vekişandina hêzên koalîsyonê yên li ser sînor, rê li ber êrîşê dewleta tirk vedike û biryareke exlaqî nîne. Hêzên Rojava bi hevkariya koalîsyonê, li dijî dijminê mirovahiyê yên weke DAIŞê şereke mezin kirin û bedelên mezin dan. Pozîsyona hêzên koalîsyonê ya îro, ne li ser xeta dostane û hevaltiyê ye. Di destpêkê de hêzên koalîsyonê û hemû hêzên cîhanî nabe li hemberî vê êrîşa dewleta tirk bêdeng bin û temaşe bikin. Em bang li hêzên koalîsyonê, Neteweyên Yekbûyî û cîhana pêşketî dikin ku li hemberî van êrîşan rawestin û gelên bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêlin. Bi vê munasebetê em careke din bang li hemû kurdistaniyan dikin ku xwedî li nirxê xwe derkevin û bi hemû awayî li ber xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar