Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE’yê hewldana çeteyan a li Şehbayê têk bir

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çete li gundê Tiwês ê Babê hewl dan ku bi pêş ve werin û lê ev hewldan vala hatiye derxistin. HRE’yê diyar kir ku di çalakiya hêzên wan ên li Bab û Mareyê de 2 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta tirk li gundê Tiwês ê Babê xwest bi pêş de herin û li ser vê yekê jî hêzên wan bersivên tund dane komên çete.

HRE’yê destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya çalakiyên xwe yên leşkerî yên li dijî hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê de, li herêma Efrîn û derdora wê û li derdora Mareyê êrîşa çeteyan şikand. HRE’yê da zanîn ku di pevçûnên li Babê de çeteyek hatiye kuştin.

Hewldana komên çete

Di berdewamê de jî HRE’yê daxuyand ku hêzên wan di 2’yê cotmehê de bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyekî girêdayî artêşa tirk ê li derdora Mareyê kuşt. HRE’yê daxuyand ku di 4’ê cotmehê de jî komên çete yên girêdayî dewleta tirk bi êrîşekê xwestin li derdora gundê Tiwês ê Babê bi pêş ve werin li ser vê yekê jî şer derketiye. HRE’yê diyar kir ku encama şer û pevçûnan nehatiye zelalkirin.

Topbarana li ser herêmê

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di navbera 2-5’ê cotmehê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundê Til Medîq ê herêma Şehbayê û gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê  topbaran kir. Di topbaranê de ziyaneke madî gihîşt zeviyên gundiyan.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar