Ji bo şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser Rojava û vekişîna hêzên koalîsyonê ya li ser sînor, dê gelên herêma Cizîrê li Serêkaniyê çalakiyê li dar bixin
Welatiyên Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk û vekişîna hêzên koalîsyona navdewletî ya li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê, dê îro di seatên nîvro de li gundê Til Helef ê Serêkaniyê kom bibin.
Hat zanîn ku welatî dê li gundê Til Helefê ber bi gundê Til Erqem ê Serêkaniyê ve meşekî li dar bixin.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên koalîsyona navneteweyî ji nuqteyên li Serêkaniyê û Girê Spî yên li ser sînorê bi bakurê Kurdistanê re vekişiyan. SERÊKANIYÊ