Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Yên ku li ser xwîna gelê kurd li hev kirin dê winda bikin’

‘Yên ku li ser xwîna gelê kurd li hev kirin dê winda bikin’

FLASH: Li Amed û Wanê di roja 50’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakvanan destnîşan kir ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd şer ragihandiye û ev peyam hate dayîn: “Yên ku li ser xwîna gelê kurd li hev dikin dê winda bikin. Serkeftin dê ya gelê kurd be.”

Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li Amed û Wanê di roja 50’emîn de jî çalakiyên Nobeda Demokrasiyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de gelemperî mijara gefên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên koalîsyonê hatin nirxandin.

Di vê çarçoveyê de bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan li Kolana Lîse ya Yenîşehîrê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de girseyê bertek nîşanî gefên dewleta tirk ên li ser Rojava dan û dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.

‘AKP-MHP’ê biryara şer daye’

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan di çalakiyê de axivî û got ku AKP û MHP ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin biryara şer daye. Ceylan diyar kir ku dê li dijî biryara şer jî sekneke xurt nîşan bidin û wiha derbirî: “Yên ku li ser xwîna gelê me li hev dikin dê winda bikin. Serkeftin dê ya gelê kurd be.”

‘Şerê li dijî Rojava dê dawiya AKP-MHP’ê bîne’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî bi lêv kir ku ev 50 roj in li ber xwe didin. Aydenîz diyar kir ku bi sedsalane li ser kurdan şer tê ferzkirin û wiha dom kir: “Gelê kurd dê tucarî paşve gav neavêje. Şerê li dijî Rojava dê dawiyê li desthilatiyê bîne. Tu şer dê nekarin destkeftiyên gelê kurd tune bikin.” Piştî axaftinan jî çalakî bi dawî bû.

‘Bloka faşîst careke din şer îlan kir’

Li Wanê jî bi heman boneyê li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, hevşaredarên Wanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endamên meclisên şaredariyan û gelek welatiyan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de parlamenter Mûrat Sarisaç axivî û bertek nîşanî amadekariyên êrîşê ya dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê da. Sarisaç bi berdewamî jî wiha got: “Tişta ku DAIŞ’ê nekarîbû li Rojava bike, îro Erdogan dixwaze bike. Bloka faşît ku ji bilî şer wêdetir tu tiştekî nizane, dîsa şer îlan kir.”

Piştî daxuyaniyê welatiyên tev li nobetê bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin û bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev’ dawî li çalakiya xwe anîn. AMED-WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar