Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Di çalakiyên gerîlayan de 8 leşker hatin kuştin

Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîlayan li Gever û Payîzaxayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 8 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku li Gever û Payîzaxayê di çalakiyan de 8 leşkerên tirk hatin kuştin. HPG’ê aşkera kir ku ev çalakiyên gerîlayan di çarçoveya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine lidarxisitin.

HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên wan li Wanê çalakiyek pêk anîne. HPG’ê destnîşan kir ku di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin û ev agahî par ve kir: “Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ya li Eyaleta Serhedê ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê hêzên me di 5’ê cotmehê saet di 18.30’an de li nêzî girê qereqola Gulîzerkê ya Payîzaxaya Wanê yekîneyeke artêşa tirk a dagirker kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve û ji du milan ve li leşkeran dane. Hemû çeper hatine îmhakirin û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 6 leşkerên dijmin hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Hêzên me li vê derê dest danîne ser dûrbîn û mîgfereke leşkeran û hemû alavên leşkeran şewitandine. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG’ê aşkera kir ku li Geverê jî hêzên wan wesayîteke zirxî rûxandine û ev agahî ragihand: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me ji bo şermezarkirina 9’ê Cotmehê li nêzî qereqola Berê Şikefta ya Geverê ya Colemêrgê wesayîteke zirxî ya Kîrpî kiriye hedef û bi taktîka sabotajê ev wesayît teqandiye. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi çekên giran dora qada çalakiyê bomberdûman kiriye.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê destnîşan kir ku balefirên şer ên artêşa tirk a dagirker di 4’ê cotmehê saet di 18.20’an de Qada Geliyê Avaşînê û di 6’ê Cotmehê saet di navbera 15.00 û 16.00’an de jî qada Şikefta Birîndara ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. HPG’ê diyar kir ku di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Me di 5’ê cotmehê de diyar kiribû ku di 13’ê îlonê de li Zozanên Arpetê artêşa tirk a dagirker operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de 5 rêhevalên me şehîd bûne.  Rêhevalên me Artos (Bayram Başkale) û Delîl (Dervîş Aydin) ên ku me diyar kiribûn şehîd bûne, tiştek bi wan nehatiye û bi selametî gihiştine yekîneyên xwe.” BEHDÎNAN 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar