Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

MSD: Divê gelên Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş bikê wê li herêmê krîzeke mirovî pêk were û bang li gelên Sûriyeyê kir ku bila berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş bikê wê li herêmê krîzeke mirovî pêk were û bang li gelên Sûriyeyê kir ku bila berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin.

Di daxuyaniya MSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“9 sal ji ser aloziya Sûriyeyê derbas bû. Di encama vê aloziyê de gelê Sûriyeyê bi hezaran şehîd û qurbanî dane. Bi hezaran birîndar bûn û bi milyonan koçberî bi dehan bajarên cîhanê bûn. Di salên aloziyê de gelek komplo û peyman ewlehiya gelê Sûriyeyê û vîna wî ya siyasî kir hedef. Gelek dewletan azarên sûriyan zêde kirin û di evnama nakokiya berjewendiyên navdewletî û herêmî temenê aloziyê dirêj bû. Di çarçoveya astengiyên derve de derketina rêxistina terorîst di hundirê Sûriyeyê de astengiya herî mezin bû. Li gel ku DAIŞ`ê zêdetirî nîvê rûbera Sûriyeyê kontrol kir diviyabû bihata tesfiyekirin, ciwanên herêmê rolek mezin û bê hempa di şerê terorê de lîstin û hêzên xwe di nav QSD`ê de birêxistin kirin. Hêzên Sûriyeya  Demokratîk hawîrdorek û hemêzek ava kir û bi hezaran ciwanan ji xeteriya terorê û tundrewiyê parast. Her wiha Rêveberiya Xweser destkeftiyek girîng ji Sûriyeyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Gefên Tirkiyeyê ji destpêkê ve li dijî keda şerê terorê berdewam kir û bi awayekî eşkere pêkhateyên herêmê yên resen kir hedef. Her wiha şêniyên resen ên herêmên ku dagir kirine da koçberkirin. Li şûna ku civaka navdewletî helwestên cidî nîşan bide, Koşka Spî ragihand ku ew dagirkirina Tirkiyeyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pesend dike û hêzên xwe yên leşkerî vedikşîne û dev ji erkên xwe di şerê li dijî terorê de berdide. Hiştina herêmê ji texmînên xeter re wê bandorên yên cidî li ser asta şerê terorê bihêle. Her wiha wê bandor bi awayekî kûr li rewşa siyasî û hewldanên bidawîkirina aloziyê û çareseriya siyasî bike û wê rewşê tevlihevtir bike.

Ji destpêka ve di projeya xwe ya siyasî de me vîna gelê xwe kir bingeh û me nirxên jiyana hevpar û biratî di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Turkmen û Ermen de da rûniştandin. Li cem me vîna gelê Sûriyeyê û israra pêkhateyên wê li ser jiyana bi rûmet di Sûriyeyek demokratîk û azad bê dagirkerî bingeh û girîng e.

Her wiha em teqez dikin ku helwesta me ji diyalogê bi aliyên din re helwestek stratejîk e. Li ser asta dîplomasî çi ji me hate xwestin me kir da ku nakokiya bi dewleta Tirk re çareser bikin. Herî dawîn pêkanîn mekanîzmeya ewlehiyê bi rêya vîna rastîn a Hêzên Sûriyeyê Demokratîk ji bo rûniştandina aştiyê li herêmê ye.

Em di avêtina gavên xwe li ser asta dîplomasî de berdewam in. Em xetên diyalogê bi tevahiya aliyên navdewletî re yên girêdayî karûbarên dosya Sûriyeyê aktîv kir ji bo ku vê zêdegaviyê rawestînin û gel ji xeteriya her êrîşek leşkerî biparêzin. Em piştgiriya biryara QSD`ê dikin. Em teqez dikin ku Tirkiyeyê wê nikaribe çeteyên DAIŞ û malbatên wan ên li herêmê kontrol bike.

Em di Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) de, bi tundî planên dewleta Tirk a dagirkirina herêmê red dikin û bang li civaka navnetewî dikin bi awayekî cidî li hemberî van pêşketeyên metirsîdar raweste, em teqez dikin ku biryarê Koşka Spî di vê derbarê de şerê li dijî DAIŞ`ê lawaz dike. Herwiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û Meclîsa Ewlekariyê dikin zêdetir li hemberî şêniyên herêmê û parastina wan ji pilanên dewleta Tirk ku hebûna dîrokî ya şêniniyên herêmê li ser xaka wan dike armanc, rawestin.

Dîsa em tekez dikin ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê dagirkeriya Tirk red dikin, demeke dirêj e ev gel ji ber siyasetên dewleta Tirk û destwerdanên herêmî êş û azaran kişand. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Sûriyeyê îro ji her demeke din zêdetir pêwîstiya wê vê yekê heye ku ji ber ewlehiya welatê xwe berpirsyaretiya xwe ya dîrokî pêk bîne û komployên ku îradeya wê ya siyasî hedef digirin, red bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar