Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Leşker sewqî ser sînor kirin!

Hat diyar kirin ku yekîneyên leşkerî yên bi 4 otobusên sîvîl hatin Kaniya Xezalan, li Navenda Starbûn a Demborînê hatin bicihkirin. Li navçeya Kirikhan a Hatayê jî wesayîtên leşkerî hatin sewqkirin

Sewqiyeta leşkerî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya li ser xeta sînor a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dewam dike. Yekîneyên leşkerî, di saetên nîvro de bi 4 otobusên sîvîl hatin Kaniya Xezalan û li Navenda Starbûn a Demborî ya di Cotmaha sala çûyî de ji bo koçberên Sûriyeyê hatibû valekirin,  hatin bicihkirin. Ekîbên leşkeran jî bi otobusên sewqiyeta yekineyên leşkerî re tevgeriyan. Rojnamegerên ku xwestin li kompê, dîmenan bikêşin, ji aliyê erkdaran ve hatin astengkirin.

Li aliyê din, li Taxa Tatlicak a 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê, kozikên nû tên kolandin. Berî 3 mehan jî kozik hatibûn kolandin. Li ser xeta sînor ji bo makîneyên zirxî jî, kozik hatin kolandin û berê lûleya 7 tankan, li Grê Spî ye. Di heman demê de, tê gotin ku di saetên şevê de we sewqiyetek mezin a leşkerî ji bo xeta ser sînor bê kirin.

Dîsa ji bo xeta ser sînor a Hatayê jî sewqiyeta leşkerî hat kirin. Hat zanîn ku di saetên serê sibê de, ji bo navçeya Kirikhanê sewqiyeta leşkerî ya ji 50 wesayîtan pêk tê hatiye kirin. Sewqiyeta dibin ewlekariyek mezin hat kirin de, li bendê ye ku ji vê derê jî, bişînin xetên ser sînor. RIHA /HATAY  

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar