Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Eşîrên Hesekê seferberî ragihandin

Rûspî û nûnerên eşîrên Kantona Hesekê seferberî û pêşkêşkirina hemû derfetan ji bo têkbirina êrîşên Tirkiyeyê ragihandin û daxwaz ji saziyên civaka navneteweyî û hêzên desteka aştiyê dikin kir, ku gefên dewleta tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin rawestandin

Rûspî û nûnerên eşîrên kurd, ereb, sûryanî-aşûr û êzidiyên kantona Hesekê li navenda têkiliyên giştî ya HSD`ê li bajarê Hesekê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, da ku li pêşiya gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Daxuyanî bi beşdarbûna dehan rûspiyên eşîran pêk hat, Serokê Meclisa Eşîra El-Cebûr Fewaz El-Zobi daxuyanî xwend û wiha got: “Em wek rûspiyên eşîrên li bajarê Hesekê ji ereb, kurd, sûryan, aşûr û êzidiyan li dijî gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina xaka me Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê welêt a bihinceta avakirina herêma ewle, disekinin. Em teqez dikin ku êrîşên Erdogan ên sûc û berfireh ji dema derbasbûna çeteyên Artêşa Azad, El-Nusra û DAIŞ`ê li herêmên me re û dagirkirina parçeyên mezin ji xaka Sûriyê, dest pê kirin. Em wek rûspî û nûnerên eşîrên bajarê Hesekê bang li hemû saziyên civaka navneteweyî û hêzên desteka aştiyê dikin ku van gefên ji xaka me re bidin rawestandin, her wiha em teqez dikin ku em ê li kêleka HSD`ê bisekinin û parastina xaka xwe bikin, her wiha em seferberiyê radigihînin û em ê hemû derfetan pêşkêş bikin da ku van gefên ji xaka me re têk birin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar