Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Gaziyên şer: Ji dewleta tirk re nabê war wê bibe goristan

 Gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî şerên DAIŞ`ê perçeyêk ji laşê xwe dan, diyar kirin ku her çiqas perçeyek ji laşê wan herê jî ew ê xwedî li axa xwe derkevin

Dewleta tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên êrîşkirinê dixwe. Li dijî gefên dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan çalakî tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, gaziyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî îro li dijî gefên dewleta tirk ber bi NY`yê meşiyan. Gaziyên şer ên ku tevlî meşê bûn nêrînên xwe derbarê gefên êrîşan ji me re parve kirin.

Şervîn Efrîn di Berxwedana Serdemê de birîndar bû û nêzî dû sala ye gazî ye. Şervîn Efrîn wiha got: “Ev gefên êrîşan ên dewleta Tirk bi komploya li ser Rêber Ocalan giredayî ye. dewleta Tirk her dixwazê vîna gelê Kurd ku bi felsefeya Rêber APO re hatiya xemilandin, têk bibe. Nikarin hêza Rêber APO bin bixin,  ji bo wê jî her roj gefan li ser gelê herêmê dixwin.  Em dibejin dewleta Tirk nagihejê armancên xwe. Em heye noqta dawî welatê xwe biparêzin û li ser felsefeya Rêber APO bimeşin. Her çiqas laşê me herê jî em ê xwedî li axa xwe derbikevin. Em wan gefên wan şermezar dikin û nahelin ku tu carî derbasî vê axê bibin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewleta Tirk re nabê war wê bibe goristan.”

Goran Kobanê ku di şerê Til-Hemîs di şerê li dijî DAIŞ de birîndar bû ye. Goran Kobonê gefên dewleta tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Em ji bo azadiya gelan şer dikin. Ew hêza ku li ser hemû mirovahiyê xeterî ava dikir bi destê me hat têk birin. Piştî têkbirina DAIŞ`ê dewletan ji bo berjewendiyên xwe li ser gelê herêmê lêyîstokan dikin. Yên ku li ser vê axa perçeyek ji laşe xwe dan dîsa emin. Xwediyê vê axê gelê herêmê ye. Ev hevdîtinên dewletan li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama berjewendiyan in. Em ê heya dawiyê şer bikin û li ber xwe bidin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar