Komên çete yên girêdayî dewleta tirk şeva din gundên Eyn Deqnê, Herbel û derdora gundê Zîwan ên herêma Şehbayê topbaran kirin
Dewleta tirk ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê, ev demeke amadekariyên berfireh dike. Bi zêde bûna amadekariyên artêşa tirk ên li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê re, komên çete yên DAIŞ, El Qaîde û OSO’yê jî ketin nava liv û tevgerê.
Di vê çarçoveyê de hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê şeva din gundên Eyn Deqnê, Herbel û derdora gundê Zîwan ê nêzî Bendava Şehbayê topbaran kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî êrîşa komên çete ya li herêma Şehbayê, şevê din çeteyên DAIŞ’ê jî li navenda Reqayê êrîşî bendên kontrolê û baregeha şervanên HSD’ê kir. ŞEHBA