Diyadîn Gok ku bi hinceta tev li mîtînga aştiyê ya Enqereyê bûye hat îxrackirin, bilêv kir ku bi delîlan hatiye pesendkirin ku ew tev li mîtîngê nebûye lê belê dîsa jî daxwaza wî ya ji bo vegera ser kar nehatiye qebûlkirin. Di mîtîngê de teqînek çê bûbû û di teqînê de 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn
Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte hatibû îlankirin û pê re jî KHK hatibûn derxistin û bi van KHK’yan bi deh hezaran xebatkarên cemaweriyê hatibûn îxrcakirin. Yek ji van kesan jî Diyadîn Gok bû. Gok, bi hinceta tev li mîtînga aştiyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an a Enqreyê bûye ji peywira xwe ya li Midûriyeta ÎŞKÛR a Êlihê hatibû îxrackirin. Lê belê her çend bi delîlan hatiye pesendkirin ku Gok tev li mîtîngê nebûye jî dîsa daxwaza wî ya ji bo vegera ser kar nehat qebûlkirin.
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê di mîtînga aştiyê de teqînek pêk hatibû û di wê teqînê de 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Gok, ji bo vegera ser karê xwe serî li Komîsyona Rewşa Awarte dabû. Lê belê komîsyonê daxwaza wî red kiribû. Li ser vê Gok li Dadgeha Îdareyê doz vekir.
‘Çûyîna mîtîngê ne sûc e’
Gok, bi belgeyan pesend kir ku roja mîtîngê li Êlihê bûye. Gok, vê yekê bi bilêta xwe ya balafirê pesend kir. Gok da zanîn ku di lêpirsîna derbarê wî de dozgeriyê biryara neşopandinê daye û wiha got: “Dozgeriyê biryara neşopandinê da lê belê Komîsyona Rewşa Awarte daxwaza min a ji bo vegera ser kar qebûl nekir. Li ser vê me li Dadgeha Îdareyê îtiraz kir. Me bi hemû belgeyan îtiraz kir. me belgeyên xwe dan dadgehê lê belê dîsa jî vegera min a ji bo ser kar qebûl nakin.” Gok bibîr xist ku mîtînga 10’ê Cotmehê bi destûra saziyên dewletê hatiye kirin û beşdarbûyîna mîtîngê jî ne sûc e. ÊLIH