Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Rêveberiya Xweser seferberî ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li dijî gefên dewleta tirk û çeteyên wê li temamiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand. Rêveberiya xweser bi taybet jî bang ciwanên kurd ên li her deverekê cîhanê kir ku li hemberî gel û welatê xwe bi erka xwe rabin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

“Bi bilindbûna asta gef û guran û amadekariyên leşkerî yên artêşa dewleta tirk û çeteyên wê yên kirêkirî yên bi navê Ceyş El Wetenî ya Sûriyeyê yên êrîşeke gengaz a li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em rewşa seferberiyê bi dema 3 rojan li tevahî herêmên bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê radigihînin. Her wiha jî ji tevahî rêveberî, sazî û gel bi hemû pêkhateyên wê dixwazin ku berê xwe bidin herêmên li ser sînorê dewleta tirk da ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û berxwedana xwe di van kêliyên hesas ên dîrokî de raber bikin.

Ji bo ciwanan bang

Her wiha em bang li tevahî ciwanên gel bi hemû pêkhateyên wê yên li Kurdistan û tevahiya cîhanê dikin ku li hemberî xak û gelê xwe bi erka xwe rabin. Di vê çarçoveyê de li hundir rabin û xwepêşandan û çalakiyan li tevahî deverên lê ne bi taybet jî li dewletên derve yên lê koç bûne, pêk bînin.

Berpirsyarî ya NY, DYA, YE û Rûsyayê ye

Berpirsyarê van rûdanan hildigirin ser NeteweyênYekbûyî (NY) bi tevahî saziyên wê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), Rûsya, tevahî dewlet û saziyên ku xwedî biryar û bandorê li Sûriyeyê dikin. Divê ev sazî û dewlet bi erkên xwe yên exlaqî û wijdanî rabin ku tu karaseteke mirovî ku zirarê bide gelên me yên li bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê pêk neyê.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar