Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Gelê herêmê li dijî dewleta tirk û DAIŞ’ê li ber xwe dide

Dewleta tirk bi hevkarî û erêkirina Amerîka, Rûsya, Îran û NY’yê dixwaze bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Balkêşe ku piştî ku dewleta tirk hêzên xwe li ser sînor kom kirin û diyar kir ku dê di demekî nêz de bikeve Rojava, DAIŞ’ê jî li Reqayê dest bi êrîşeke berfireh kir. Cîhan li hemberî van geşedanan bêdeng e lê gelên herêmê li ser pêyan e û li ber xwe dide

Dewleta tirk hêzên xwe yên leşkerî tevî çek û cebilxaneyan bênavber li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê kom dike. Girê Spî û Serêkaniyê yek ji wan deverên sereke ne ku di hedefa dagirkeriya dewleta tirk de ne. Lewma veguhestina leşkerî û çeteyan a li navçeyên Kaniya Xezalan û Serêkaniyê ya bakurê Kurdistanê ku li pêşberî Girê Spî û Serêkaniyê ne, duh bi şev jî dom kirin.

Piştî hevdîtinên hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, koalîsyona bi pêşengiya DYA’yê û dewleta tirk di 5-6-7’ê tebaxê de biryar dan ku di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de mekanîzmaya ewlekariya sînor bê avakirin. Di çarçoveya Mekanîzmaya Ewlekariya Sînor de rayedarên leşkerî yên DYA’yê û yên dewleta tirk li Rihayê Navenda Tevgerê ya Hevpar ava kirin û di vê çarçoveyê de li xeta sînor sê caran ji bejahî û heft caran jî ji hewayî dewriye gerandin. Dewriyeya herî dawî ya bejahî di 4’ê cotmehê de hate kirin.

Hevdîtina li Moskovê û geşedanên piştre

Lê belê serokomarê tirk Tayîp Erdogan piştî serdana Moskovê ku di 27’ê tebaxê de pêk anî, ragihand ku peymana hatiye kirin têra wî nake û nîşaneyên dagirkeriyê dan. Di 16’ê îlonê de jî li Enqereyê serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, serokomarê Îranê Hasan Rûhanî û Erdogan hevdîtin kirin û piştî vê hevdîtinê gefên ji bo dagirkirinê mezintir bûn.

Mûtabaqata Edeneyê

Erdogan ji Pûtîn û Rûhanî ji bo dagirkirina herêmê piştevanî xwest. Pûtîn û Rûhanî jî bal kişandin ser Mûtabaqata Edeneyê ya ku di sala 1998’an de di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de hatiye îmzekirin û ji Erdogan re gotin; ‘Bi Esad re li hev bike.’ Rayedarên tirk jî di daxuyaniyên xwe de îdia dikin ku ew bi yekparebûna xaka Sûriyeyê ve ne.

Hevdîtinên di navbera MÎT û Muhaberatê de

Di vê navberê de îstîxbarata tirk MÎT demeke dirêj bi navbeynkariya Rûsya û Îranê bi îstîxbarata Sûriyeyê Muhaberatê re hevdîtin kir û giranî da ser van hevdîtinan. Li baregeha Rûsyayê ya li Sûriyeyê li Hmeymîmê, li Moskov û li Tehranê hin hevdîtin hatin kirin.

Geşedanên hemwext

Di dawiya meha îlonê de jî Erdogan li New Yorkê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek bilind kir û ji bo dagirkeriyê destûr xwest. Her wiha bi penaberan gef li welatên Ewropayê xwar. Li gel gefên Erdogan, rejîma Sûriyeyê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) weke ‘terorîst’ îlan kir û serçeteyê DAIŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî talîmata êrîşê da hucreyên xwe yên razayî ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne.

Trump destûra dagirkeriyê da

Di 7’ê cotmehê de jî piştî ku Erdogan û Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîn, Qesra Spî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê leşkerên DYA’yê yên li ser sînor vekişin. Piştî çend saetan jî du nuqteyên li Serêkaniyê û Girê Spî ji leşkerên amerîkî hatin valakirn. Vekişîna leşkerên amerîkî ji Serêkaniyê û Girê Spî ku di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlekariya sînor de ne, weke destûra ji bo dagirkeriya dewleta tirk hate şîrovekirin.

Hemû gel bi hev re li ber xwe didin

Gelên herêmê jî li dijî dagirkeriya dewleta tirk ev çend roj in li ser pêyane. Li hemû bajarên bakur û Rrojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê çalakî tên kirin. Li Girê Spî û Serêkaniyê jî gel li ser sînor çalakiya mertalên zindî pêk tîne. Li sê deverên cuda yên Girê Spî li ser sînor kon hatine vedan, li Serêkaniyê jî li deverekê kon hatiye vedan û şêniyên kurd,ereb, suryan, asûr, keldan, ermen, çerkez, tirkmen û çeçen serdana qada çalakiyan dikin.

Gelên herêmê destnîşan dikin ku wê xak û destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo vê li ber xwe bidin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya Giştî ya HSD’ê jî bi daxuyaniyan diyar kirin ku dê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Dewleta tirk ji bo dagirkeriyê li qada navneteweyî daxwaza piştevaniyê dike. Hucreyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê jî duh bi şev li taxa Basîl a navenda Reqayê li dijî bendên ewlekariyê yên HSD’ê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Êrîş ji aliyê bi dehan çeteyan ve hate kirin û şerekî dijwar li herêmê diqewime.

Çavkanî: Ersîn Çaksû /SERÊKANIYÊ-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar