Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin’

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hecî Mehmûd got ku ew naxwazin bajarên wan bi şerekî nû bên wêrankirin lê heke ku dewleta tirk êrîş bike jî dê li dijî wan berxwedaneke dîrokî bimeşînin. Mehmûd got ku dê bi hemû hêza xwe li dijî tirkan şer bikin

Li dijî operasyoneke gengaz a dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li cîhanê asta bertekan her ku diçe zêdetir dibin. Li hêlekê pêkhateyên herêmê li hemû bajaran li ser pêyane û çalakiyan li dar dixin û li hêla din jî dewleta tirk bênavber leşker, wesayîtên zirxî û çeteyan dişîne ser sînor. Her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî lez dan xebatên parastinê.

Tê gotin ku ji bo êrîşa li dijî herêmê, dewleta tirk û DYA’yê lihev kiriye. Yek ji nîşaneya vê lihevkirinê ew e ku leşkerên amerîkî ji xeta sînor vekişiyan û tê gotin ku qada hewayî jî ji dewleta tirk re vekiriye. Bi awayeke hemwext rejîma Sûriyeyê jî hêzên xwe şandin derdora Minbic û Dêrazorê. Li hêla din jî çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dest bi êrîşê kir. Di tabloya heyî de dixuye ku êrîşa li dijî Rojava, bi hevkariya DYA, Rûsya, Îran, rejîma Sûriyeyê, dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê hatiye plankirin.

Li hemberî vê planê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê jî banga seferberiyê kir. Têkildarî geşedanên dawî, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hecî Mehmûd ji Ajansa Mezopoamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivî.

Peyman hate binpêkirin

Mehmûd bi bîr xist ku di rojên dawî de geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Hêzên navdewletî di navbera me û Tirkiyeyê de cih girtin û mekanîzmaya ewlehiya sînor ava kirin. Lê ev rewş bi daxuyaniya Qesra Spî guherî. Bi vê yekê re hêzên koalîsyonê hêzên xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişandin. Bi vê yekê re peyman hat binpêkirin û ji bo herêmê pêvajoyeke nû dest pê kir.”

‘Em ê bi hemû hêza xwe li dijî tirkan şer bikin’

Di berdewamê de jî Mehmûd diyar kir ku wan Girê Spî 5 sal berê ji DAIŞ’ê rizgar kir û wiha pê de çû: “Ev 8 sal in em di nava şerekî giran de ne. Me ji nûve dest bi avakirina bajar û axa xwe kir. Em naxwazin dewleta tirk jinûve bajarên me hilweşîne. Em ê di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlehiya sînor de nehêlin bajarê me hilweşe. Ger dewleta tirk vê peymanê tune bihesibîne jî, em ê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin. Em amade ne ku gelên xwe biparêz in. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî tirkan şer bikin.”

Rewşa çeteyên DAIŞ’ê

Herî dawî jî Mehmûd ev tişt anî ziman: “Bi êrîşeke muhtemel re dê hebûna DAIŞ’iyên di hucreyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de bikeve astekî krîtîk. Dê ev hucreye êrîşan bikin. Di nava şer de em nizanin bê ka dê çi bi van DAIŞ’iyan bikin. Ev kes hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo hemû cîhanê dê gefekî mezin bi xwe re bîne.” GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar