Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li başûrê Kurdistanê bertekên li dijî dagirkeriyê zêde dibin

Hem hikûmeta başûrê Kurdistanê û hem jî rayedarên wê bi peyamên cuda bertek nîşanî amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta tirk dan. Her wiha 127 rewşenbîr, nivîskar û hunermendan jî bi daxuyaniyeke hevpar bang li NY’yê kirin ku li dijî hewldana komkujiyê bisekinin

Bertekên li dijî amadekariyên dagirkirinê yên dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, berdewam in. Di vê çarçoveyê de hem rayedarên başûrê Kurdistanê û hem jî civaka wê helwest nîşan didin.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Şêx Cengî Talabanî axivî û got ku biryara vekişîna leşkerên amerîkî ya li ser sînorên Rojava, dê bi xwe re krîz û şer bîne. Talabanî diyar kir kuev krîz û şer dê bi Sûriyeyê re sînordar nemîne û derbasî Iraqê jî bibe. Talabanî bi lêv kir ku dê DAIŞ careke din zindî bibe û got; ‘Ji vê krîzê dê koalîsyona navneteweyî berpirsyar be.’

Peyamên Mesûd Barzanî

Der barê mijarê de serokê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê wiha got: “Ez ê hewl bidim ku kurdên Rojava êşeke din a mezintir nejîn.” Barzanî hefteya bihûrî jî li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lawrov re rûnişt û têkildarî rewşa kurdên Rojava nerazîbûn nîşan da. Barzanî ji Rûsyayê xwest ku li ser vê mijarê bi rola xwe rabe.

Ji Lavrov navbeynkarî xwest

Serokê Dîwana Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtina bi Lavrov re nerazîbûn nîşan da û xwest ku Rûsya û Lavrov ji bo aştiyê navbeynkariyê bike. Di heman demê de serokê Navendî yê Karê Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî jî bi lêv kir ku heke dewleta tirk êrîşî Rojava bike, dê qurbaniyên vê yên pêşî sivîl û ev rewş jî wan aciz dike.

Hikûmeta Başûr nerazîbûn nîşan da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja sêşemê de nerazîbûna xwe ya li ser êrîşeke dagirker a pêkan wiha diyar kiribû: “Em gelekî ne razî ne ku hêzên DYA’yê  ji ser herêmên sînor vekişin û piştî vê dewleta tirk ji bo dagirkirinê êrîşê bibe. Daxwaza me ya ji dewleta tirk ew e ku gaveke wiha neavêje ku dîsa bike DAIŞ zindî bibe û ji kontrolê derkeve.”

Daxuyaniya rewşenbîr û hunermandan

Her wiha nivîskar, rewşenbîr, hunermend û şexsiyetên siyasî li dijî amadekariyên dagirkeriyê yên dewleta tirk, bi daxuyaniyeke ku bi îmzeya 127 kesan nerazîbûn nîşan dan. Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku li dijî dagirkerî û komkujiyê bisekinin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar