Bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên Serêkaniyê li ser sînor tev li çalakiya mertalên zindî bûn. Di çalakiyê de welatiyan berxwedana şervanên HSD’ê silav kir
Ji bo şermezarkirina hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, 3 roj berê li ser sînorê Serêkaniyê çalakiya Mertalên Zindî hatibû destpêkirin. Di vê çarçvoveyê de îro jî bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ên ji Serêkaniyê konê çalakiyê ziyaret kirin.
Di çalakiyê de di heman demê de rûspiyên eşîrên ereb jî amade bûn. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên ‘Bijî berxwedana HSD’ê’ û ‘Gelên Sûriyeyê yek e’ berz kirin.
Çalakiya li ser sînor berdewam e. SERÊKANIYÊ