Dewleta tirk a dagirker derdora Girê Spî bombebaran dike. Li hêla din jî di navbera şervanên HSD’ê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk de li gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê pevçûnên dijwar dest pê kirin
Artêşa tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li hemberî van êrîşan, şervanên HSD’ê jî bersivên tund didin.
Di çarçoveya êrîşan de artêşa tirk a dagirker Girê Spî û derdora wê bombebaran dike. Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin. Balafirên şer hê jî li ser bajar digerin.
Her wiha hat zanîn ku li gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê ve di navbera şervanên HSD’ê û komên çete yên dewleta tirk de şerekî giran rû dide.