Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker a li dijî navenda Qamişloyê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Artêşa tirk her wiha gundên Amûdê jî topbaran kirin
Hêzên artêşa tirk a dagirker çend saet berê taxa Bişêriyê ya Qamişlo topbaran kir. Li gorî agahiyan, di encama topbarana artêşa tirk de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Her wiha ji ber topbaranê, hin mal hilweşiyan û bi hinek malan jî agir ket.
Li hêla din artêşa tirk a dagirker gundên Hemdona û Xerzê yên dikevin rojavayê navçeya Amûdê bi topên hewanan topbaran kirin. Li hemberî vê yekê jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan hêzên dagirker.