Şervanên HSD’ê li rojavayê Kobanê qereqoleke artêşa tirk rûxandin. Têkildarî encamên çalakiyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê, li seranserî sînorê Rojava bersivên tund didin dagirkeran. Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên HSD’ê qereqoleke artêşa tirk a dagirker a li rojavayê Kobanê rûxand.
Şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD’ê û hêzên artêşa tirk a dagirker û komikên çete yên girêdayî wê bênavbera didomin. KOBANÊ