Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Divê kurd bi yekîtiyî tev bigerin û mafên xwe biparêzin’

Siyasetmedarên ku nerazîbûna xwe ya ji bo operasyona li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman, ji bo yekîtiyê bang li kurdan kirin

Bertekên li dijî operasyona li hemberî Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede û Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, destnîşan kirin ku li dijî van êrîşan divê gelê kurd yekîtiya xwe pêk bîne.

Hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede bilêv kir ku di warê hiqûqa navnetewî, di warê siyaset û ehlaqê de tu hêleke mafdariyê ya êrîşa TSK’ê ya li ser Rojavayê tune ye û da zanîn ku Tirkiye sirf ji bo destkeftiyên kurdan ji holê rabike êrîş dike. Dede anî ziman ku hinceta Tirkiyeyê ya ji bo meseleya ewlehiyê ne rast e û wiha got: “Pirsgirêka li Sûriyeyê ancax bi awayekî aştiyane çareser bibe. Wê bi şer û pevçûnê pirsgirêk kûrtir bibe.”

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî destnîşan kir ku armanca sereke ya operasyona navbirî dijminatiya bi kurdan re ye û got, operasyon perçeyeke vê diijminatiyê ye. Sarisaç wiha got: “Operasyona li Sûriyeyê perçeyeçeke qirkirina sedsalî ye. Bi vê operasyonê dewlet dixwaze kurdan asîmle bike, kurdan tune bike. Helbet wê ev operasyon tenê tesîrê li erdnîgariya Kurdistanê tenê neke, wê tesîrê li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Ev operasuon li dijî destkeftiyên kurdan, vîna û hebûna kurdan e.”

Sarisaç bilêv kir ku li wir tişta tê xwestin bê tunekirin rûmeta tevahiya kruda ye û wiha got: “Çi dibe bila bibe wê kurd vê bêrûmetiyê, vê komkujiyê qebûl nekin. Divê gel bi bîreke neteweyî li dijî vî şerî bisekine.”

‘Divê kurd bi hev re têbikoşin’

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku divê kurd bi yekdengî li dijî vî şerî derkevin û wiha got: “Niha Tirkiye wekî Efrînê dixwaze li Rojhilatê Firatê jî operasyonekê li dar bixe. A rast peyva ‘Herêma biewle’ di asasê xwe de navê wê ‘herêma bipirsgirêk’ e. Qesda wan a ji herêma biewle ew e ku kurdan ji warên wan derxînin û kemereke erebî çê bikin. Yanî ev operasyon li dijî hebûna kurda ye.”

Kamaç, bal kişand ser têkoşîneke hevpar û got, di pêvajoyeke bi vî rengî de divê kurd bi yekîtiyî tev bigerin û mafên xwe yên neteweyî biparêzin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar