Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li her deverê rabin ser piyan!

Saziyên li Ewropayê li dijî dagirkeriya li ser Rojava bang kirin û gotin ku ew roj ev roj e û bang kir ku her kes derkeve kuçeyan

Helwesta li dijî dagirkeriya tirk a li ser Rojava didome. Saziyên li Ewropayê daxuyanî dan û li dijî dagirkeriyê bang li her kesî kirin ku derkevin kuçeyan.

Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AvEG-Kon) wiha got: “Dewleta tirk di serî de gelê kurd ku DAIŞ têk birin, ji bo ku tolê ji gelên  Rojava û hêzên wan ên pêşeng tolê bistîne tolê ji gelên Rojava distîne. Çi xwecih, çi koçber, divê çîna karker û kedkarên li Ewropayê rabin ser piyan, li dijî êrîşa dagirker a dewleta tirk a faşîst û li dijî kuştina gelên Rojava bibêje, ‘raweste”. Konfederasyonê bi domdarî got, ”Em bang dikin ku her kes derkeve kuçeyan, hevgirtina enternasyonal a gelan geş bikin. Roj ew roj e ku em li Rojava, li mêtingeriyê, li faşîzmê û li dijî êrîşên dagirker derkevin kuçeyan.”

Daxuyaniya Komuna Enternasyonal

Di daxuyaniyê de ya Komuna Enternasyonalîst hate gotin: ”Şoreşa li Rojava ji destpêkê ve şoreşeke enternasyonalîst e. Şoreşeke wiha ye ku ne tenê nifûsa kurdan a li Rojava, her wiha dixwaze dawî li mêtingeriya li Rojhilata Navîn, zextê û dîktatoriyê jî rizgar bike. Em bang dikin ku ji bo parastina li Rojava her kes rabe ser piyan. Heta ku nema çekan bidin Tirkiyeyê, heta ku rejîma faşîst a Tirkiyeyê were têkbirin, protestoyên xwe yên polîtîk bi asta berxwedana polîtîk em ê geş bikin.”

Di gewriya wan de bihêlin

Komîteya Navendî ya Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) jî wiha got: “Ji bo ku xweziya empertalîstên tirk di gewriya wan de bimîne, ji bo ku em welatê xwe ya ku tehdîna giran li ser heye biparêzin, ji bo ku em diranên bixwîn ên emperyalîzma tirk bişikînin, ku hişkere dibêjin, wê bi milyonan kurd ji welatê wan ‘paq biqin’, li hemû parçeyên Kurdistanê, li hemû deverên  dewletên mêtinger ên tirk, ereb û fars, li dîasporayê rabin ser piyan. Helwesta kurdan a li dijî dagirkeran bi cîhanê bidin bihîstin. Wan destên ku şûrê mirinê li ser serê kurdan kil kirine bişikînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar