Polîsan Hevşaredarê Dêrikê Şerîf Kiran û endamên Meclisa şaredariyê yên HDP’î jî di navde herî kêm 9 kes binçav kirin
Piştî TSK’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon hat destpêkirin, polîsan li navçeyên Derik û Qoserê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Navçeya Dêrikê Hevşaredarê Dêrikê Şerif Kiran, endamê Meclisa şaredariya Qoserê Hasîp Ozdemîr û Halîl Yagan, Endamê Meclisa Şaredariya Stewrê Derya Akyol, endamê Meclisa Şaredariya Mîdyadê Mehmet Ali Atug, rêveberê HDP’ê yê Mêrdînê Abîdîn Unay û Ayten Esmez, Şemsettîn Duman û Felemez Ozgun binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Mêrdînê. MÊRDÎN