Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da zanîn ku Tirkiye bi zanebûn xwest şoreşa Rojava di 9’ê cotmehê de bifetisîne û wiha got: “Divê her mirov ji vê rewşê re bêje ‘rawest e.’ Divê em dengê aştîxwaz û çareserîxwazan bilind bikin.”

Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan piştî li gel Amerîka û Rûsyayê hevdîtin pêk anî fermana êrîşa li dijî bajarên Rojava da. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven êrîşa dagirkerî ya li dijî Rojava ji MA’yê re nirxand. Guven bi bîr xist ku polîtîkaya Tirkiyesyê ya li dijî kurdan polîtîkaya sed salê dawî ye û wiha got: “Nav biguherin jî lê zîhniyet naguhere. Li Tirkiyeyê hemû desthilatdariyan polîtîkaya ‘bila kurd dayika xwe nebînin’ meşandin.”

Guven da zanîn ku li dijî Rojava demek dirêje planên êrîşkirinê dihatin kirin û wiha got: “Sedemê vê êrîşkirinê jî ew e ku naxwazin perspektîfa netewa demorkatîk li pêş bikeve. Naxwazin ji hemû dinyayê re bibe model. A rast armanca Tirkiyeyê ew e ku naxwazin model û perspektîfa birêz Ocalan li pêş bikeve û dixwazin bi şer ji holê rakin.”

Guven anî ziman ku Rojava ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e û wiha domand: “Rojava li dijî Tirkiyeyê dijminiyê nake. AKP di her warî de tengav bûye û pêdivî bi operasonek wiha dît. Dixwaze xwe bi vê operasyonê rizgar bike.”

‘Erdogan bi taybetî 9’ê cotmehê bijart’

Guven bal kişand ser dîroka 9’ê Cotmehê ku operasyon hat destpêkirin û ev tişt got: “Di 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan bi komployek navdewletî ji Sûriyê hat derxistin. Di heman dîrokê de Erdogan fermana êrîşan da. Erdogan bi zanebûn sekinî û bi taybet operasyonê anî vê rojê. Dixwazin bi vî awayî dengê aştî û çareseriyê yê birêz Ocalan qût bikin. AKP dixwaze canê hemû kurdan biêşîne. Tirkiye dixwaze şoreşa Rojava têk bibe.”

‘Divê kurd xwe di ber çavan de derbas bikin’

Guven li dijî helwesta hemû partiyên tirk ên li dijî gelê kurd ku bûn yek banga yekîtiyê li kurdan kir û wiha got: “Divê kurd helwesta xwe li ber çavan derbas bikin. Çimkî li dijî gel operasyon tê birêvebirin.”

‘Rizgariya DAIŞ’ê ye’

Guven got operasyon “rizgariya DAIŞ’ê ye” û yên li hember vê operasyonê bêdeng dimînin wê bibînin ku DAIŞ dê li ser wan bibe bela û hemû dinya ji vê berpirsiyar e.

‘Bombe bi ser mirovahiyê de dibarînin’

Guven diyar kir ku divê li dijî operasyonê bêdeng nemîne û wiha got: “Li erdnîgariyek şoreşa jinan pêk tê û rêveberiyek demokratîk xwe birêve dibe bombe tên barandin. Bombe bi ser mirovahiyê ve tê barandin. Divê mirovahî rabe ser pêya û ji vê re bêje ‘rawest e.’ Em li çar parçeyên Kurdistanê divê hemû mafên xwe yên demokratîk bîne. Divê em dengê aştîxwaz û çareserîxwazan bilind bikin. Ez bi bawerim wê bi pêşengiya jin û ciwanan xwedî bê derketin. Roja ji Rojava derketiye wê tu demê neyê tarîkirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar