Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji HDP’ê bang: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyeyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer eniyek demokratîk were avakirin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenter û endamên MYK’a HDP’ê têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava li ber Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Temellî daxuyanî da.

Temellî xwest ku divê dawî li şerê tê kirin were û ji axa Sûriyê derkevin. Temellî wiha got: “Êrîş îktîdara AKP-MHP’ê ya li dijî Rojava hemû peymanên navnetewî binpê kiriye. Li ber çavê hemû dinyayê êrîşek yek alî hatiye destpêkirin. Ya ku tê kirin şer û hewldana dagirkirinê ye.”

Temellî da zanîn ku êrîşa li dijî Rojava di heman demê de li dijî daxwazên wekhevî, azadî, aştî, edalet û jiyana bi hev re ye û wiha got: “Şer bi destê bermahiyên DAIŞ’a selefî çeteyên OSO hat destpêkirin. Êrîşa van çeteyan êrîşek li dijî elewiyan, êzidiyan, suryaniyan, tirkmenan, ermeniyan, ereban û hem bîr û baweriyên li Rojava dixwazin kiriye hedefa xwe. Armanca vê êrîşê ya sereke li dijî şoreşa jinê û pergala kurd dixwazin li gel netewên din ava bikin e. Dixwazin pergala wekhev, azadîxwaz û jiyanek demokratîk û hemû destkeftiyên tune bikin.”

Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyeyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer neiyek demokratîk were avakirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar