Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica û Raziye Turgut, bi boneya bi muvekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2’ê Gulan, 22’ê Gulan, 12’ê Hezîran û 18’ê Hezîranê û herî dawî di 7’ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kiribûn.
Ji 7’ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û ev 15 carin bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinê nayin dayîn. STENBOL