Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa tirk a ku sivîlan hedef digire ji HSD’ê derban dixwe

Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên li ser Rojava didomin .Artêşa tirk Qamişlo, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê û Efrînê careke din sivîl hedef girtin. Hat zanîn ku di êrîşa li dijî Şera û Şêrawa yên Efrînê de bi dehan sivîl hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar hene

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomînin. Di vê çarçoveyê de li seranserî rojavayê Kurdistanê êrîşî qadên sivîlan kirin. Li hemberî van êrîşan jî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî bi pêş dixin. Di encama êrîşan de sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, bi hezaran welatiyên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Girê Spî û li navenda bajar tev li çalakiya mertalên zindî bûne. Hat zanîn ku artêşa tirk tevî bi hezaran welatiyan jî navçeyê bi awayeke bêserûber bombebaran û topbaran dike. Artêşa tirk a dagirker di heman demê de stasyona ceryanê ya li Eyn Erûsê jî hedef girt û rûxand.

Bi dehan çete hatin kuştin

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku şervanên HSD’ê li derdora gundê Qesir Dîb ê girêdayî herêma Dêrikê, balafirekê keşfê ya dewleta tirk anî xwarê. Di heman demê de nûçegihanê ANHA’yê yên li Serêkaniyê ragihandin ku dema ku çeteyên girêdayî dewleta tirk dixwestin ji bejahî ve bikevin navçeyê, rastî bersivên şervanan hatin. Nûçegihan da zanîn ku di navbera her du aliyan de şerekî giran heye û heta niha li Mezreya Mecê, bajarokê Til Helef û herêma Pîşeyî  bi dehan çete hatine kuştin.

Li Dirbêsiyê yek li Serêkaniyê 4 kes birîndar bûn

Her wiha hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker careke din derdora navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê topbaran kir. Li gorî agahiyan, di encama topbarana li ser gundê Qeremî yê li ser rêya Dirbêsiyê de zarokek birîndar bû. Her wiha çavkaniyên got ku hêzên dagirker taxên li nêzî sînor û derdora bajarê Serêkaniyê jî topbaran dikin. Di topbaranê de 4 sivîl birîndar bûn. He wiha artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de taxa Xerbî ya Qamişlo topbaran dike û HSD jî bersivê dide.

Karwanê sivîlan hate topbaran kirin

Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker karwanên sivîlan ên ji Çilaxa û Tirbespiyê ber bi Serêkaniyeyê ve diçû hedef girt. Çavkaniyan daxuyand ku topên hewanê yên dewleta tirk a dagirker li nêzî têketina rojhilatê bajêr ketine û agir bi zadên derdora ketiye. Topbaran hê jî didome.

Li Efrînê komkujî

Dewleta tirk a dagirker bi awayeke hemwext li dijî gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê jî bi tevlêbûna komên çeteyan êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Li gorî agahiyên ji Efrînê, hêzên dagirker piştî gundên Eqîbê û Bînê, niha jî gundê Kalotiyê yê Şêrawayê bi çekên giran topbaran dike. Hat zanîn ku ji ber topbaranê êrîşên madî pêk hatin. Her wiha artêşa tirk û çeteyên wê gundên Eqîbe û Bênê yên Şera ya Efrînê topbaran dikin. Hat zanîn ku di encama topbaranê de bi bi dehan sivîl hatine qetilkirin û birîndarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar