Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li 3 bajaran 57 kes hatin binçavkirin

Li Amed, Mêrdîn û Îzmêrê polîsên tirk 57 kes binçav kirin. Li Amedê polîsên tirk êrîş birin ser Nobeta Demokrasiyê, gelek kes birîndarkirin û 24 binçav kirin. Li Mêrdîn û navçeyên wê jî hejmara kesên hatin binçavkirin derket 21’an. Li Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê jî 11 xwendekar hatin binçavkirin

Polîsên tirk êrîş birin ser çalakgerên Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê ku di roja 52’yan de berdewam dikir. Dema ku girse ber bi avahiya bajêr ve meşiya polîsan êrîşeke tund bire ser çalakgeran, 2 wekîlên HDP’ê û nûçegihan jî di nav de gelek kes hatin birîndarkirin û bi kêmanî 24 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku hatin binçavkirin: Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Alîkarê Hevseroka M. Sayît Demîr, Rêvebera HDP’ê ya Amedê Haler Carûş, Endamê Meclisa Partiyê Şahîn Tanrikûlû. Hevşaredarê Licê Rûken Yilmaz, Hevserokê HDP’a Rezanê Fatmaz Kavmaz, Hevserokê HDP’ê Karazê Zulkuf Bîrgul,  Hevşaredarê Karazê Kasim Pervane, Rêveberê HDP’ê Hênê Îbrahîm Kaya, Endamên Meclisa Amedê Nevrîye Çûr, Ceylan Aslan, Şehrîban Zûgûrlû, Endamên HDP’ê Tahsîn Donat, A. Bahrî Bavlay, Emîne Kaya, Zekî Kanay, Mahmût Azarak, Yûnûs Ozdemîr, Mûhammed Erkîs, Huseyîn Aytekîn, Yûsûf Andan, Yûsûf Ziya Yavûz, Arzû Kizilkaya û Şîrîn Aslan.

Li Mêrdînê binçavkirin zêde dibin

Piştî operasyon û êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mêrdîn û navçeyê wê jî li dijî rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Polîsan di saetên serê sibê de li Mêrdîn û navçeyên wê dest bi operasyonê kirin, rêveber û endamên meclisê yên HDP’ê jî di nav de, 21 kes binçav kirin. Dîsa, derbarê hin kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Navê kesên hatin binçavkirin wihan e: “Hevşaredare HDP’ê yê Dêrikê Şerîf Kiran, Endamê Meclisa Şaredariya Artûklû M. Alî Amak, Endamên Meclisa Şaredariya Qoserê Hasîp Ozdemîr û Halîl Yagin, Endama Meclisa Şaredariya Stewrê Derya Akyol, Endamê Şaredariya Kerboranê Îsmaîl Kaya, rêveberên HDP’ê Huseyîn Alper, Felemez Ozgun û Ferîdun Dînç, Hamza Arman, Abîdîn Unay, Derya Eser, Ayten Esmes, M. Alî Aytug, Ahmet Demîr, Şemsettîn Duman û navê 5 kesan jî nehat zanîn

Li aliyê din, hat diyar kirin ku polîs li ber avahiya HDP’ê ya Bajêr rawestiyan e, wêneyên kesên dikevin avahiya partiyê û jê derdikevin dikêşin û li gorî lîsteya di destê wan de hinek kesên din jî binçav kirin.

11 xwendekar hatin binçavkirin

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê, bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Enqerê xwestin li xwaringeha Hejmara 1 a Zanîngehê daxuyanî bidin. Lê yekîneyên ewlekariyê yên taybet destûr nedan daxuyaniya xwendekaran. Di pevçûna derket de, polîsan 11 xwendekar binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şaxa Ewlehiyê.

Navê xwendekarên hatin binçavkirin wiha ne; “Hasan Benlî, Alî Çadirci, Mehmet Kasar, Guney Mengen, Alî Denîz Esen, Meryem Yildirim, Egemen Ulucan, Pinar Usta, Zelal Demîr, Îrem Çelîkbaş, Melodî Zengîn û Zelal Baydemîr.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar