Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fermandar Amed Amûdê: 5 tank û 6 balafirên keşfê hatin rûxandin

Ji fermandarên HSD’ê Amed Amûdê da zanîn ku li Girê Spî 5 tankên dewleta tirk hatine rûxandin û 5 çete hatine kuştin, li Dirbêsiyê noqteyeke leşkerî û wesayîteke bipalêt hatine rûxandin û 6 balafirên keşfê jî hatine xistin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî ku dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin, bersivên tund didin. Têkildarî encamên şer û pevçûnên heta niha ji fermandarên HSD’ê Amed Amûdê agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA).

Amed Amûdê da zanîn ku artêşa tirk ew neçarî şer kirin û wiha domand: “Gund û bajarên me hatin topbarankirin û noqteyên me yên leşkerî rastî êrîşan hatin. Em jî neçarin ku xwe biparêzin. Tevî bangawaziyên me yên ji bo aştî û çareseriyên bi rêya diyalogê jî, wan şer tercîh kir. Hêzên me ji bo parastinê amade bûn. Di vê çarçoveyê de jî hêzên me temamiya sînor ango ku Dîcle heta Firat kire agir.”

Bîlançoya êrîşan

Di berdewamê de jî Amed Amûdê anî ziman ku hêzên wan heta niha di encama şer de li Girê Spî 5 tankên dewleta tirk rûxandin û 5 çete jî kuştine. Amûdê wiha domand: “Termên çeteyan di destê hêzên me de ne. Li herêma di navbera navçeya Amûdê û Dirbêsiyê de jî noqteyeke hêzên dewleta tirk û wesayîteke bipalet hatin rûxandin. Her wiha 6 balafirên keşfê yên drone jî hatin xistin.”

Nêzikatiya HSD’ê

Fermandar Amed Amûdê herî dawî jî wiha got: “Hêzên me dê heta dawiyê parastina axa xwe bikin û gelê xwe biparêze. Tevahiya cîhanê bi me re be em êrîşî tu kesî nakin. Lê ger temamiya cîhanê êrîşî me bike jî em ê li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku xwediyên vê axê ne û em mafdar in. Em ê destkeftiyên di 8 salên dawî de hatine bidestxistin feda nekin.”  GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar