Hêzên Sûriyeya Demokratîk baregeha leşkerî ya artêşa tirk a dagirker a li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê rûxand
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya mafê parastinê de li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê bersivên tund dide.
Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên HSD’ê baregeha leşkerî ya artêşa tirk a dagirker a li beramberî gundê Qesir Dîb ê li bakurê Dêrikê rûxand. Têkildarî encamên çalakiyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. DÊRIK