Li ser bangawaziya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û nexweşxaneyan, welatiyên Qamişlo herikîn nexweşxaneyan û xwîn dan
Ji ber bombebaran û topbarana artêşa tirk a li dijî herêma Firatê, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek sivîl jî birîndar bûn. Li ser vê yekê jî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û nexweşxayan daxuyanî dan û diyar kirin ku hewceyî bi xwînê heye.
Li ser vê bangawaziyê jî gelê Qamişlo herikî nexweşxaneyan û xwîn dan. QAMIŞLO