Şervanên HSD’ê li dijî baregeheke leşkerî ya li dijî gundê Qesir Dîb ê Dêrikê çalakî pêk anî û di encamê de yek jê giran bi giştî 5 leşker birîndar bûn. Li hemberî gundê Sermsax ê Girkê Legê jî şervanan tankek û wesayîteke leşkerî rûxand
Şervanên HSD’ê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de baregeha leşkerî ya artêşa tirk a dagirker a li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê navçeya Dêrikê rûxandin. Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di çalakiya şervanan de 5 leşkerên tirk birîndar bûn û rewşa yekî giran e.
Li hêla din şervanan li beramberî gundê Sermsax ê Girkê Legê tankek û wesayîteke zirxî ya artêşa tirk teqandin. Encamên çalakiyê nehatin zelalkirin.
Hat zanîn ku artêşa tirk topbarana xwe ya li dijî navenda Qamişlo didomîne. Li gorî agahiyan, di encama topbarana li ser taxa Hileliyê de 2 bira birîndar bûn. Navê birayekî Dilgeş Hecî ye. QAMIŞLO