Şervanên HSD’ê baregeheke leşkerî ya li hemberî gundê Qesir Dîb ê Dêrikê hedef girt. Hat zanîn ku di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 17 leşker jî birîndar bûn
Artêşa tirk a dagirker topbarankirina gundên sivîlan ên li seranserî xeta sînorê rojavayê Kurdistanê didomîne. Şervanên HSD’ê jî li dijî van êrîşan mafê xwe yê parastinê bi kar tînin. Di vê çarçoveyê de şervanên HSD’ê baregehên leşkerî yên artêşa tirk ên ku lê herêmên sivîlan hedef digirin, topbaran dikin.
Hat zanîn ku artêşa tirk a dagirker gundê Qesir Dîb ê li bakurê Dêrikê topbaran kir. Li ser vê yekê jî Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) bersiv dan û bargehek leşkerî ya dagirkeriyê hedef girtin. Hat zanîn ku di encama bersivdayîna şervanan de 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 17 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên Sûriye Demokratîk îro jî baregeheke artêşa tirk a dagirker li heman herêmê ku sivîlên li gund hedef digirtin, rûxandibû. DÊRIK