Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Eşîrên Tirbespiyeyê: Em radihêjin çekan û dê li dijî dagirkeran şer bikin

Nûner û rûspiyên eşîrên kurd, ereb û suryan ên navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku dê rahêjin çekan û li dijî dagirkeriyê li kêleka şervanên HSD’ê şer bikin. Eşîran diyar kir ku ew bi şervanên xwe bi bawerin û wiha got; ‘An serkeftin an mir in.”

Berxwedana şervan û gelên rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên El Nusra, DAIŞ, El Qaîde û OSO’yê bênavber didome. Welatiyên herêmê tevî hemû bombebaran û topbaranan jî herêmên xwe naterikîne û piştgiriya xwe ya bi şervanên xwe re tînin ziman.

Di vê çarçoveyê de nûner û rûspiyên eşîrên Tirbespiyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê piştgiriyê bidin şervanên HSD’ê. Daxuyaniya nûnerên û rûspiyên eşîrên Tirbespiyeyê wiha ye: “Ji ber êrîşên hêzên Erdogan û çeteyên wî yên bi navên Artêşa Azad, komên terorîst ên Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê yên li ser herêma me, em di bin xetereyeke mezin de ne. Dixwazin di serî de gelê me koçber bikin.

Wan çeteyan ku mixabin nasnameya Sûriyeyê li xwe kirine û bi fermana Erdogan êrîş dikin, di demekê de ku cîhanê ji bîr kikr ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina cîhanê bi hezaran zarokên xwe şehîd dan. Em mafdar in. An serkeftin an mirin.

‘Em bi we bi bawerin’

Em weke rûspiyên navçeya Tirbespiyeyê, ji hêzên xwe yên HSD’ê re dibêjin ku hêviya me bi we pir e û em bi bawer in ku dê bi ser bikevin. Ji ber ku Xwedê bi we re ye û bizanin ku eşîrên kurd, ereb, suryan, êzidî, çerkez û tirkmen ji hemû pêkhateyan û gelê Sûriyeyê piştgiriya we dike û bi yekdestî û amadekariya xwe ji bo rakirina çekan ji bo pêşîlêgirtina dagirker û çeteyên wê radigihînin.” TIRBESPIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar