Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Rojhilat sibe dê ji bo Rojava dakeve qadan

Înîsiyatîfa Hevgirtina Rojhilat a Bi Berxwedana Rojava re bi daxuyaniyekê bang li temamiya gelê rojhilatê Kurdistanê kir ku sibe piştî nimêja înê ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava, dakevin qadan û dewleta tirk şermezar bikin

Înîsiyatîfa Hewgirtina Rojhilat a bi Berxwedana Rojava re, bi boneya berxwedana rojavayê Kurdistanê ya li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li hemû gelên rojhilatê Kurdistanê hate kirin ku tev li çalakiya ku dê sibe piştî nimêja înê ji bo Rojava bê lidarxistin, bibin.

Daxuyaniya înîsiyatîfê wiha ye:

“Erdogan ê ku nekarî bi rêya DAIŞ’ê gelê qehreman ê Rojava binbixe, vê carê jî bixwe rasterast ketiye nava liv û tevgerê û dixwaze karê nîvcomayî yê DAIŞ’ê temam bike. Li seranserî cîhanê kurd û hevaldostên wan ji bo Rojava daketin qadan. Divê gelê rojhilatê Kurdistanê jî mîna helwesta xwe ya ji bo berxwedana Kobanê, niha jî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava raber bike.

Em bang li temamiya gelên me yên li rojhilatê Kurdistanê dikin ku sibe li hemû bajêr û bajarokan piştî nimêja înê dakevin kolanan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta faşîst a tirk şermezar bikin. Bila gelê me yê dadikeve qadan bi dirûşman êrîşên dagirkeriyê şermezar bike. Ev bangawazî girêdayî tu sazî an jî rêxistinekê nîne û bang ji bo temamiya gelê me ye.

Çawa ku ji bo kombûna nimêja înê xwedê destûr dabe, destûra xwedîderketina li gelê Rojava jî wijdana mirovahiyê daye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar