Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ronahiya roja ku ji Rojava hiltê…

Rojên dîrokî û tije rûdan li Kurdistanê diqewimin. Diyarkirina qedera sedan salan a nifşên pêşerojê bi kar, xebat û doza îro ya kurdan ve girêdayî ye.

Êrîşên dagirkariyê ên dewleta Tirkiyeyê du rê li ber me vekirine:

  1. Ger Edogan bi ser bikeve êdî yê hemû îmkanên ” Hîtlerbûnê” hebin ku bi îdeolojiyeke dogmatîk a mezhebî û selefîgeriyê her carê welatekî êriş bike. Ramanên wî yên şovenîstî li dijî hebûna kurd û Kurdistanê êdî maskên ser rûyê wî dane aliyekî. Bi serkeftina vê senaryoyê re bila ji bîra kesî neçe ku komên veşartî yên DAIŞ û El-Qaîdê dîsa yê ji hêlînên xwe derkevin û aştiya cihanê bêxin nava metirsiyên mezin.
  2. Ger vê carê senaryoya Erdogan biser nekeVe, hingÊ bihagiraniya Lîberalîzimê û mafê mirovan yê li hemberî otorîterî û zêdexwaziyên kesên wiha biser bikevE. Êdî pêre jî yê dawî bi dagîrkeriya welatên din û leşkerkêşiyên wan kesan bê ku amade ne xwîna sedan hezar kesan bikin qûrbana xewin û xeyalên xwe yên fantazîk.

Bêhna şer û ramanên dîktatorên weke Erdogan cîhan westandiye. Vê carê wî karek kir ku hemû raya giştî ya cîhanê balê bikişîne ser rojavayê Kurdistanê. Sîstema ku mirovahî deyndarê ked û xebata wana ye.

Di qada xebatê de û cîbicîkirina erkên wijdanî û exlaqî ye ku yê bibe sedema serkeftina senariyoya du-duyan.

Îro em dibînin ku hemû hêzên cîhanê, welatên mezin û biçûk li dijî leşkerkêşiya dewleta dagîrker a Tirkiyeyê ne.

Bila ji bîra we neçe ku di sala 1974’an de Tirkiyê welatê Qibrisê dagir kir. Pêre mîratê wan yê çandî-kulturî talan kir. Qibris kire du par û dewleteke girêdayî xwe di bakurê wî welatî de damezirand. Niha jî dixebite ku hemû dewlemendiyên wan yên jêr erd û sirûştî talan bike. Zêdebûna otorîteya dewleta Tirkiyê li herêmê yê ne tenê bi ziyana kurdan belkî Îran, Sûriye, Îraq û welatên din yên herêmê jî zirareke mezin bibînin. Tirkiye yê li Rojava bikeve nava teqanekê ku derketina jê hêsan nabe. Ji sed salên berê heya roja îro tirk bingeha welatê xwe ango Tirkiyê li ser stûna faşîsima rasîstî-regezî ava dikin. Ji xeynî xwe ti miletekî din napejirînin. Bi merema dubarekirina peymana Lozanê bi awayekî eşkere destwerdana nava sinorên welatên din dike û dixwaze bi zêdekirina axa welatên din li ser axa xwe bi siyaseta nifşparêziyê komên din yên etnîkî ji holê rabike. Welatên herêmê ger di rewşeke wiha de kurdan neparêzin, yê bixwe jî bikevin nava bîra sadebûna xwe.

Gelo cîhan yê dîsa li tevkujiyeke din ya ji cinsê fermana ermeniyan re şahidiyê bike?

Berxwedana Rojava û şervanê doza mirovahiyê yê dîsa dersên nejibîrkirî bide zêdegaviyên Erdogan. Ew serûkaniya hêvî û jiyaneke nû ne. Hewldanên wan ji bo parastina nasname û sinorê nirxên jiyana mirovahiyê ne. Êdî Rojava xwedî nasnameya xwe a siyasî ye û ji raya giştî a cîhanê re navekî naskirî ye. Nikarin bipejirînin ku Erdoganê cinayetkar dikare bi qedera wan bilîze an jî sivkatiyê bi hebûn û destkeftên wan bike. Çiqas xwîn û malwêranî li ber wan destkeftan bê dayîn dîsa jî nextê azadiyê girane. Siyanet û rûmeta mirovahiyê bi berxwedan û kedê re qîmeta xwe dide xûyakirin.

Gerîla û şervanên doza Rojava bi hemû hêz û berxwedana xwe a mezin diçine pêşwaziya mirinê. Ew naxwazin bi serê tewandî li hemberî dewleteke dîktator bikevin ser çokan. Ew ê bi serfirazî pencerêyên şoreşeke nû li ber cîhanê vebikin û pêre jî bo heta heta deriyê mirinê li ser zilma dîktatorên cinayetkar dadin.

Li kû derê, kengî, çima û çawa dijminên demokasiyê biserkeftine?!

Di vê qada hebûn û tunebûnê de kes û aliyên ku Rojava bi tenê bihêlin an jî ked û xebata wan ji bîr bikin, yê zû bikevin ber dadgeha wijdana xwe.

Weke bav û kal dibêjin: “Her şerekî hinek xêr jî li dû hene…

Sedam Husên jî weke Erdogan têhniyê otorîte û dagîrkeriyê bû. Destkeftên Rojava wisa mezin û li ber çavên raya giştî a cîhanê ne ku êdî gel neçar maye ji bo parastina wan bi lêvên tije ken û girnijîneke ji dil pêşwaziya mirinê bikin. Gelekî wiha tenê mehkûmî serkeftinê ye û wateya binkeftinê li cem wan tune ye.

Dema ku hemû siyasetmedar behsa aştiyê dikin bila bînin bîra xwe ka helgirên ala aştiyê li Rojhilata Navîn kîjan aliyê siyasî bûne. Kî bûn ku bi hemû hêz û çekên xwe hevkariya DAIŞ’ê kirin? Endamên wan ji balefirên kîjan welatî xwe gehandine Reqa û Idlibê?

Nasnameya bizava Rojava bi berxwedana Kobanê re baş hatiye nasandin. Yên ku li pey dagîrkirina axa welatên dinin jî bi kar û kiryarên xwe baştir têne nasnadin. Êdî bi van gef û hêrişên wiha re hemû alî bi dayîna azmûnên dîrokî û girîng re rû bi rû mane. Ka em binêrin yê di vê azmonê de kîjan alî biser bikeve: Demokrasîxwaz an dîktator?!

Bila ji bîra we neçe êdî roj ji Rojava hiltê û serkeftina vê carê yê gelek deriyên nû li doza demokrasîxwazên herêm û cîhanê vebike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar