Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Êzidiyên li Tirbespiyeyê: Xetere heye ku komkujî dubare bibe

Gundên Xatîn, Otelcê û Alaraş ên Tirbespiyeyê ku şêniyên wê kurdên êzidî ne, rastî êrîşên dijwar ên dagirkeran tên. Şêniyên gund diyar kirin ku ew bifikarin ku komkujiyeke din a mîna Şengalê bi serê wan bê

Ji 9’ê cotmehê ve dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bênavber êrîşî gelê rojavayê Kurdistanê dikin. Li hemberî van êrîşên qirkirinê jî gel û şervanên Rojava berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Yek ji herêmên ku bi dijwarî rastî êrîşan tê jî Tirbespiye ya Qamişloyê ye. Di encama êrîşa li dijî gundê Kêl Hesnakê de 4 sivîl birîndar bûbûn.

Êzidiyên li gundên Xatûn, Otelcê û Alareş ên Tirbespiyeyê ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê bifikarin. Welatî bifikarin ku rastî komkujiyeke din jî bên. Nemaze piştî ku gundê Til Xatûn ê 9 km’yan dikeve rojavayê navçeyê raste rast ji aliyê sekvanan ve tê hedefgirtin.

Bi hovane gundan topbaran dikin

Di roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê de artêşa tirk saet derdora 00:43’yan de stasyona petrolê ya Seyîda ya li nêzî gundê Til Xatûnê hedef girt. Di encamê de stasyon ji xizmetê derket û li zêdeyî 15 gund ji ceryanê mehrûm man. Ji şêniyên gund Silêman Kernûs têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ji şevê din ve artêşa tirk a dagirker bi awayekî hovene û bê serûber gundên me topbaran dike. Xetereyeke me ya ji bo wan nîne û em dixwazin di nava aştiyê de bijîn.”

Sekvan şêniyan hedef digirin

Bi berdewamî jî Silêman da zanîn ku di saetên derengiya şevê de stasyona Seyîda hate topbarankirin û wiha bi dawî kir: “Teqîneke mezin pêk hat û piştre jî sekvanan berê çekên xwe dan gund. Dixwazin komkujiya ku DAIŞ’ê li Şengalê kir careke din dubare bikin.” TIRBESPİYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar