Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Oneren: Armanc binpêkirina destkeftiyên kurda ye

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren bilêv kir ku operasyona li hemberî Bakur û Rojhilat Sûriyeyê, ji bo binpêkirina destkeftiyên kurdan tê kirin

Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Oneren anî ziman ku Rojava pergaleke alternatîf a civakiyî afirandiye û got ku sedema êrîşê jî ev e. Oneren destnîşan kir ku tevî îktîdara AKP-MHP’ê DYA’yê ji ber vê alternatîfê nerihet e û got ku bi salan e li hemberî kurdan polîtîkayên asîmlasiyon, înkar û tunekirinê pêk tên. Oneren destnîşan kir ku sedema sereke ya operasyona Tirkiyeyê binpêkirina destkeftiyên kurda ye û got, hikûmeta AKP’ê her du aliyên sînor jî veguherandiye rewşeke bêewle.

Oneren bilêv kir ku operasyona tê kirin hêza çeteyên li herêmê xurt dike û wiha got: “Ancax gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê dikarin çokê bi van çeteyan deynin. Her wiha gava kedkar, karker, kurd, elewî, gelên bindest û LGBTÎ bibin yek dikarin ji faşîzma AKP-MHP’ê xelas bibin.”

Oneren, ji bo CHP û Partiya ÎYÎ’yê ku tevî îktîdarê ji bo tezkereya leşkerî gotin “erê” jî wiha got: “Wekî muxalif dixuyên lê belê tu xêr ji partiyên ku destekê didin îktîdarê dernayê.”

Oneren ev tişt jî anî ziman: “Em naxwazin zarokên me di şer de bimirin, em li dijî kesên şer gur dikin” ji bo têkoşînê bang li tevahiya gelan, kedkar, hêzên demokrasiyê kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar