Li Girê Spî di encama topbaran û êrîşên sûîqestê yên dewleta tirk û çeteyên wê de 2 jê zarok bi giştî 4 sivîl birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirina nexweşxaneyê
Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ya li dijî Girê Spî bi hemû dijwariya xwe berdewam in. Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker û komên wê yên çete bi êrîşên sûîqestê welatiyên sivîl ên Girê Spî hedef girtin.
Hat zanîn ku di encama êrîşên sûîqestê yên dewleta tirk û çeteyên wê de zarokên bi navên Îmad Ehmed Xirad (25) û Ehmed Abdullwehab Xirad jî, bi giştî 4 sivîl birîndar bûn. Her wiha di encama topbarana artêşa tirk a dagirker a li ser gundê Elî Bacilye yê Girê Spî de jî welatiyên bi navên Yasir Elî Selo (30) û Ehmed Abdullwehab (65) birîndar bûn.
Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş a Girê Spî. GIRÊ SPÎ