PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

TEV-DEM: Dem dema yekitiya gelê kurd û berxwedana hevpar e

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Erdogan têkçûna DAIŞ’ê weke têkçûna xwe dît û niha bi hevkariya bermahiyên DAIŞ’ê re hewl dide gelê kurd qir bike. TEV-DEM’ê diyar kir ku herî zêde niha pêwîstî bi yekitiya gelê kurd heye û li dijî êrîşa qirkirinê, banga berxwedana hevpar a gelê kurd kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd hat kirin û hat destnîşankirin ku pêwîstiya kurdan herî zêde niha bi yekitiyê heye. Daxuyanî ji hêla endama TEV-DEM’ê Gulê Hesen ve hate xwendin.

TEV-DEM’ê di serî de Erdogan weke faşîstê sedsala 21’emîn pênase kir û da zanîn ku ev 8 sal in ji bo dagirkirina Sûriyeyê di nava hewldanan de ye. TEV-DEM’ê gotinên Erdogan ên ku di got; ‘Dê li mizgefta Emewiyeyê nimêje bikim’ bi bîr xist û diyar kir ku ji bo vê jî di serî de DAIŞ û El Nusray, piştgiriya hemû hêzên li dijî gelê kurd ên li Sûriyeyê kir. TEV-DEM’ê daxuyand ku çeteyên DAIŞ’ê ku li Şengalê bi hezaran êzidî qetil kirin, bi hezaran jinên êzidî revandin û firotin, li nexweşxaneyên dewleta tirk hatin dermankirin, Erdogan bi wan re bazirganî dikir û hemû alîkariyên lojîstîk, çek û hwd. dida wan. TEV-DEM’ê daxuyand ku tevî çend salan DAIŞ’ê li ser sînor jî bû, Erdogan tu caran ji xwe re weke gef nedîtin.

‘Erdogan têkçûna DAIŞ’ê weke têkçûna xwe dît’

Di berdewamê de jî TEV-DEM’ê diyar kir ku bi piştgiriya mezin a mirovahiyê û bi lehengiya keç û xortên kurd, Kobanê hate rizgarkirin û Erdogan jî mîna ku kêr li dilê wî ketibe pê êşiya. Daxuyanî wiha dom kir: “Piştre li Minbîc, Tebqa, Reqa, Dêrazor û herî dawî li Hecîn û Baxozê DAIŞ’ê derbên mezin xwar û têk çû. Têkçûna çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê û modela me ya jiyana hevpar û demokratîk a gelan, faşîzma AKP’ê dîn û har kir. Ji ber ku xwedî heman zîhniyetê ne, têkçûna DAIŞ’ê weke têkçûna xwe dît. Ji bo vê serkeftinê jî 11 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên me çêbûn. Gelê kurd ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşiya. Nexwe ne tiştekî veşarî ye ku dê her çeteyekê DAIŞ’ê li Ewropa, DYA û herêmên din ên cîhanê komkujiyan bikin.

‘Erdogan û Bexdadî xwedî heman ruhê ne’

Erdogan ê faşîst çawa ku xwe weke xelîfeyê 5’emîn dîtibe, serçete Bexdadî jî xwe weke xelîfe dibîne. Têkiliya Erdogan û Bexdadî teqez yekitiya îdeolojîk û ruhî ye. Erdogan her welatekê ereban jî weke eyaleta xwe dibîne. Dijminatiya faşîst Erdogan a li dijî gelê kurd zelal e. Çend sal berê di got; ‘Kurd li Arjantînê jî dewletekê ava bikin, em ê li dijî wan şer bikin.’ Heta roja îro, dijminê herî mezin ê kurdan, Erdogan e. Ji bo wî kurdê herî baş, kurdê mirî û kole ye.

‘Dewleta tirk xwedî nasnameyeke qirêj û zalimane ye’

Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu caran ji dewleta tirk re nebû gef û îdiayên Erdogan derewin. Îdiaya wî ya ‘terorîst’ tenê ji bo xapandina cîhanê ye û dema mijar bû kurd, dikare ji bo qetilkirina wan her tiştî bifiroşe. Dewleta tirk xwedî nasnameyeke qirêj û zalimane ye. Gelo dê çawa hizûrê bîne herêmê. Dixwaz Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Dagirkirina axa welatekê din di tu hiqûqa navneteweyî de nîne. Bi balafir, top û hewanan gund û bajarên me kirin hedef. Ji bo tunekirina faşîzma DAIŞ’ê, şervanên YPG, YPJ û HSD’ê 11 hezar şehîd dan. Lê niha rastî êrîşa tunekirinê ya dewleta tirk û çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê tên. Divê hemû cîhan berpirsyariya xwe ya li hemberî şervanên me pêk bîne. Tevî van bedelên giran jî DYA û Rûsyayê weke bersiv rê da dewleta tirk ku xaka me dagir bike û êrîşên zalimane li dijî gelê me pêk bîne.

Yekitiya gelê kurd

Gelê kurd li dijî vê qirkirinê, berxwedaneke dîrokî dide. Gelê me niha herî zêde pêwistiya xwe bi yekitiyê heye ku bi ruhê berxwedaneke hevpar hebûna xwe biparêze û berxwedena parastina azadiya xwe pêş bixe. Divê gelê Kurdistanê cudahiya parçe, partî û nasnameyên cuda neke. Li Kurdistanê û derveyî welat li her derê divê mil bi mil li ber xwe bidin. Gelê kurd divê bizanibe ku hêza xwe ya herî mezin ji mafdarî û rewabûna xwe digire. Ya din jî divê teqez yekitiya xwe ava bike û berxwedaneke hevpar pêş bixîne. Ew rojên ku em dibêjin rojên rûmet û namûsê ev roj in. Beriya her tiştî em mafdar in. Eniya me vekirî ye û em serbilind in. Li ser navê mirovahiyê ku li dijî DAÎŞ’ê me şer kir û bi parastina rûmeta mirovahiyê em serbilind in. Ji ber vê sedemê wijdanê mirovahiyê bi me re ye. Divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Divê em berpirsyariya xwe ya dîrokî bi gotina ‘yan heta dawiyê berxwedan, jiyaneke azad û bi rûmet, an jî hîç’ pêk bînin.

Banga ji bo mirovahiyê

Divê kurd bizanin ku ger faşîst Erdogan piştgiriya navneteweyî wernegirtiba dê nekarîbûya êrîş bikira. Lê tu berjewendiyên ekonomîk û siyasî divê nebin sedema ku kurd rastî qirkirinê bên. Di şert û mercên herî zor û dijwar de me li ber xwe da. Hîn jî em hewl didin ku hebûna xwe li ser vî esasî biparêzin û parastina azadiya xwe bikin. Em di têkiliyên bi dostên xwe re bi durist tevgeriyan. Banga me ji bo NY, YE, Yekitiya Ereban, DYA, Rûsya, Çîn û ji bo hemû dewlet û saziyan  ew e ku li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk xwedî helwest bin. Me ji bo mirovahiyê şer kir û em pê serbilind in. Hêvîdarim hemû gelên cîhanê jî bi vê hestiyariyê tevbigerin û li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta tirk têkoşînê mezin bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar