Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê red kir
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, serê sibehê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Her wiha xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.
Dozgeriyê bersiv da serlêdana malbatan û serlêdana wan red kir. STENBOL