Arteşa tirk a dagirker mezintirîn firneya Qamişlo û gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 3 sivîl birîndar bûn
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê careke din navenda Qamişloyê hedef girt. Li gorî agahiyên ji Qamişloyê, hêzên dagirker firneyek hedef girt û topbaran kir. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Elî Abdullah birîndar bû.
Di heman demê de hêzên dagirker gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê jî topbaran kir. Li gorî agahiyan, di encama topbarana hêzên artêşa tirk de 2 sivîl birîndar bûn.
Topbarana li dijî gund didome. QAMIŞLO