Ji bo piştgiriya bi berxwedana rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, bi hezaran kes li bajarên rojhilatê Kurdistanê yên Sine, Bane û Dîgulanê çalakî li dar xist
Bi armanca piştgiriya bi berxwedana gelên rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, daketin qadan. Di vê çarçoveyê de li bajarên Sine, Bane û Dîgulanê bi hezaran kurdistanî daketin qadan û çalakiyên piştgiriyê li dar xistin.
Di çalakiyan de welatiyan bi dirûşman piştgirî dan berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê. Çalakgeran anî ziman ku bêdengbûna li hemberî êrêşên li ser xwişk û birayên wan ên li rojavayê Kurdistanê, erêkirina komkujiyane.
Li Sineyê dirûşmên ‘Rojava ne bi tenê ye, Sine piştevane’ û ‘Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan’ hatin berzkirin. Li Baneyê jî welatiyan bi tundî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin.