Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şerê man û nemanê

Dewleta tirk û hewkarên wê di 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat de dixwazin pergala ku ji hêla Ocalan li Rojava hatiye avakirin tune bikin. Êrîşên di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser Bakur û Rojavayê Suriyeyê destpêkirin armanca wan ya yekem ev e. Hêzên ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de di nav komploya li dijî Ocalan cîhê xwe girtibûn vê carê bi statûyûn cûda û bi lîstikên polîtîk ên bir alî ve dixwazin li herêmê vê pergala ku ji bo gelan bûye hêviya azadiyê û aşitiyê tine bikin. Lewma ev êrîşên ku di cewher de dewelta faşît-metînger ya tirk û çeteyên ku ji wê re bûne xulam didin maşandin perçeyekî berdewamiya komploya navnetewî ye.

Li ber çavê cîhanê axa welatekî ji hêla dewletek faşîst-metînger ve tê dagirkirin. Zarok, jin, pîr û kal tên qetilkirin. Mal û milkên gel tê talankirin. Ev hêzên ku heya duh bi kêfxweşiyek mezin ve qala qehremantî û camêrtiya şervanên azadiyê dikirin, îro ji bo berjewendiyên xwe çavê xwe ji komkujiyan re digrin. Li ser vê axa pîroz dîsa RASTÎ û HEQÎQET mîna xezalekê dibe neçîra çeqelên hov.

Li Sûriyeyê herêma herî bi ewle û ji bo gelan bûye hêviya jiyana azad, bi hincetên pûç ve tê tunekirin. Yek ji armanca van êrîşan jî ew e ku naxwazin li vê herêmê biratiya gelan pêş bikeve. Ger li herême di navbera gelan de aştî û xweşî pêş bikeve, wê demê ev hêzên ku bi kaos û şer ve xwe didin jiyankirin wê bê wate bibin. Lewma armanca van êrîşan yek jê jî tinekirina vê rewşa heyî ye.

Ev şerê qirêj û bêheq bû sedem ku hevaltiya sexte û pûç jî deşîfre bibe. Li Tirkiyeyê û gelek kesên derveyî Tirkiyeyê xwe wek heval û dostê kurdan didan nîşandan. Lê wechê wan yê rast di van rojên tend de diyar bû. Keç û xortên gelê kurd ne xerîbê şerin. Di Kurdistanê de her ciwanek şervanekî azadiyê ye. Lewma ciwanên li ser vê axa pîroz dijîn, di şer de xwedî ezmûnin. Ev îradeya ku ji hêla Serokê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan ve diyarî ciwanê welatê min hatiye kirin xelata serkeftin û azadiyê ye. Lê pêwîste tu carî îxanet û hevkarî bi dijmin re neyê jibîrkirin. Îxanet jibîrkirin, pêşî li binketinê vedike. Lewma divê her yek ji me bi dilsoziya hevaltiya çiyayan ve li himberî îxanetê bisekine.

Dîktator Erdogan hemû zebaniyên mîna xwe li xwe civandine û her carê êrîşên deverekê dikin. Hemû cîhan di ferqê de ye ku ev kes çiqas dijminê mirovahiyê ne. Lê zanebûn nayê wateya li dijî wan tekoşîn meşandinê. Lewma îro gelek dewlet, sazî, partî, û kesên navdêr tişta ku pêwîte bê kirin bi lêv dikin. Lê ji bo gavên pratîk kez xwe nade pêş. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje gotinê  wateya xwe wenda kiriye. Gotina bêemel ji bo gelê kurd bêwate ye. Mîna Konseya Ewlekatiya Neteweyî Yekbûyî di roja despêke de qiyamet rakirin û her gotin ”em vê êrîşa dagirkerî qebûl nakin” lê dema li hev civiyan biryara ku ji civînê derket şerma wan bû.

Ji ber vê yekê ne Amerîka, ne Rûsya û ne jî welatên Ewropa wê tû carî nebin dostê gelê bindest û hejar. Lewma pêwîste gelê kurd bi îradeya xwe ya cewherî li hemberî van polîtîkayên bindestî û xulamtiyê li ser ferz dike, tekoşînek bêhempa dibe meşandin ku ji bo hemû aliyên ku îxanetî lê kirine bibe ezmûnek hêja. Gelê kurd xwedî bîr û baweriyek bi vî rengiye. Gelek caran ev ispat kiriye.

Di vî şerî de netewdewletên dixwazin pergala xwe li ser Rojava ferz bikin. Ji ber ku li Rojava pergala ku hatiye avakirin bi îradeya gel heye, gel xwe bi xwe rêve dibe. Li vê herêma ku şer tû carî lê bi dawî nebûye gel bi saya vê pergalê di nav aramî û xweşiyê de jiyan dike. Lewma bi van êrîşan ve tê armanckirin ku vê pergala ku ji bo gelê herêmê bûye hêviya azadî û wek heviyê têk bibin. Lewma ev şer ji bo gelê herêmê tê wateya man û nemanê

Ev êrîşên ji hêla dewleta faşît-metînger ya tirk ve hatin despêkirin wê qedera şerê 40 salî diyar bike. Gelê kurd di vî şerî de wê binnekeve. Artêşa ji zebaniyên bê xwedî û ji bo çend quriş pere şerdike wê nikarîbe li ber Artêşa ji hêla şervanên canbexşî ve hatiye avakirin berxwe bide. Tekoşîna 40 salî di gelê kurd de şexsiyetek nû da avakirin. Êdî ew dizane ji bo çi û çawa şer dike. Lewma wek di dîmen û wêneyên ji qada şer jî tên em dibînin, ew bikelecan û morelekî mezin ve li ser vê axa pîroz xwe ji nûh ve didin avakirin. Di ferqa hêza xwe de ne. Pêwîste em jî wek gel li vî nirxên ku bi kedek mezin ve hatiye avakirin xwedî derkevin û dengê wan ji hemû cîhanê re ragihînin. Em mafdar in û em ê mafê xwe bi dest bixin. Bila yên dagirker û neheq bitirsin…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar